Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin 2019-11-19 16:33:16   ANTALYA -  Jinan bi minasebeta 25'ê Mijdarê Platforma Jinan a Antalyayê daxuyaniyek dan û bernameya xwe aşkera kirin. Jinan diyar kirin ku dê li dijî şîdetê têkoşîna xwe bidomînin.    Platforma Jinan a Antalyayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bernameya xwe aşkerakirin. Daxuyanî li Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) pêk hat. Di daxuyiyê de qala pêvajoya danişîna Şule Çet hat kirin. Li ser navê platformê Gulçîn Akça daxuyanî da û diyar kir ku şîdeta li hemberî jinê bi pergalî dom dike. Gulçîn, destnîşan kir ku dê li dijî şîdetê jî têkoşîna xwe dê bidomînin.    Bernameya 25'ê Mijdarê wiha ye:    "* Di 20'ê Mijdarê de li Cafeya Muzikomaniyê nîşandana fîlman    * Di 22'yê Mijdarê de ji girtiyên jin re kart şandin û piştre nîşandan fîlman   * Di 23'yê Mijdarê de li Kapusa Seruvenê ji hêla Pîravokên Kampusê ve atolyeya şîdetê û piştre nîşandan fîlman    * Di 24'ê Mijdarê de di saet 14.00’an de li Parka Aydin Kanzayê heta Qada Cumhuriyetê meşek bê lidarxistin."