Qeyûmê Şaredariya Bîsmîlê kurdî jê bir! 2019-11-19 11:34:23   AMED - Qeyûmê tayînê Şarederiya Bîsmîlê hat kirin, ji sîteya înternetê ya şaredariyê ya bi kurdî û tirkî weşanê dike, kurdî jê bir.    Wezîrê Karê Hûndir, di 21’ê Cotmehê de Hevşaredarê Navçeya Bîsmîl a Amedê Orhan Ayaz ku bi 72’an dengan hatibû hilbijartin ji peywirê girt û di 22’yê Cotmehê de jî, qeymeqak Kerem Suleyman Yuksel weke qeyûm tayînê şaredariyê kir.      Qeyûm çawan hat tayînkirin, 7 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin. Qeyûm niha jî ji sîteya înternetê ya şaredariyê ya bi kurdî û tirkî weşanê dike, kurdî jê bir. Balkêşe ku qeyûm di sîteyê de tenê nûçeyên derbarê xwe de serwîs dike.