'Ji bo parastina bawerî û neteweyên herêmê divê QSD li pêya bimîne’ 2019-11-19 10:13:18 STENBOL – Endamê Yekîtiya Sûraniyan a Ewropayê Davîd Vergîlî bal kişand ser êrişên SMO’yê yên li dijî baweriyên li Rojava û got: “Ji bo parastina mafên bawerî û neteweyên herêmê gelek grîng e ku QSD li ser pêya bimîne.”  Endamê Yekîtiya Sûryaniyan a Ewropa Davîd Vergîlî têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî êrişên giran ên li ser herêma Sûryanî lê dijîn ji ajansa me re nirxand. Vergîlî operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek “dagirkeriyê” û “ji warê wan koçberkirin” nirxand û operasyon ji hiqûqa navneteweyî bêpar maye.    Vergili da zanîn ku bi operasyonê re rêxistinên cîhadîst yên mîna DAIŞ’ê carek din derketin holê û got: “Bi destpêkirina operasyonê re bi sedhezaran însan bi darê zorê ji cihê xwe hat koçkirin. Di êrîşan de bi sedan sivîl û akotrên siyasî hatin înfazkirin.”   ‘ÊRIŞ LI SER HERÊMA SURYANIYAN ZÊDE BÛNE’    Vergîlî anî ziman ku tevî agirbest û bangên tên kirin jî êrişên Tirkiyê û komên girêdayî wê didomin û wiha got: “Êriş li ser herêmên cuda didomin. Di rojên dawî de ev êriş li dijî herêmên Suryaniyan Til Temir û Khabur zêde bûne. Meclîsa Eskerî ya Suryaniyan ku girêdayî QSD’ê ne çend roj berê navên şervanên wan şehîd ketine eşkere kir. Armanca sereke ya dagirkeriyê Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku Tirkiyê vê pergal û projeyê li dijî xwe dibîne bêserûber êriş dike ser.”    ‘RAPORÊN SÛCÊN ŞER HATINE AMADEKIRIN’    Vergîlî diyar kir ku dema ew pratîka van hêzên girêdayî Tirkiyê dinêrin hem rojane hem jî di şerê li Sûriyê de daneyên sûcên kirine li ber çavan e û got: “Tişta van koman li Sûriyê ji aliyê hemû dinyayê ve tê zanîn û hemû alem şahid in. Gelek saziyên cuda derbarê van komên sûcên ker kirin de raporan amade kir. Siyasetmedar Hevrîn Xelef bi awayek li dijî mirovatiyê hat înfazkirin. Îşkence û hovîtiya li dijî sivîlan tê kirin li ber çavê me ne. Li aliyê din jî nexasim Suryanî û bi giştî li cihên civaka Xirîstiya lê dijîn di hedefa êrişan de ne. Komên girêdayî Tirkiyê bi navê SMO ji bo civaka Suryan, Xirîstiyan û kêmanin din tehdîtek mezin e.”    ‘DIVÊ QSD LI SER PÊYA BIMÎNE’    Vergîlî anî ziman ku dewama êriş û talankirina li Rojava fersendê dide ji nûve zindîkirina DAIŞ’ê û DAIŞ ji vê yekê sûdê werdigire. Vergîlî hêzên paramîlîter ango grûpên cîhadîst ji bo hemû civak û baweriyan gefek mezin e û got: “Ji bo DAIŞ û rêxistinên wek wê selefî carek din zindî nebin, pêwîste saziyên navneteweyî piştevaniyê bidin. Ji bo dagerkerî bi dawî bibe, pêwîstî bi xebatên siyasî, dîpolomatîk û piştevaniyek navnetewî heye. “Ji bo parastina mafên bawerî û neteweyên herêmê gelek grîng e ku QSD li ser pêya bimîne.”    MA / Nacî Kaya