Mamosteyê dawî li jiyana xwe anî li Dersîmê defin kirin 2019-11-17 18:27:04   DERSÎM - Mamoste Esat Tarhan ê li navçeya Çinarê ya Amedê bi peyman mamostetî dikir û dawî li jiyana xwe anîbû li Dersîmê defin kirin.      Mamosteyê bi peyman Esat Tarhan ê duh li navçeya Çinarê dawî li jiyana xwe anî, cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşaneya Dewletê ya Çinarê. Piştî otopsiyê malbatê cenaze wergirt birin Dersimê. Hat zanîn ku Tarhan ji ber nikaribûye deynên xwe bide dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Tarhan pişti anin Dersîmê bi merasimekê defin kirin. Cenazeyê Tarhan li Gundê Meşeyolu defin kirin. Ji bo Tarhan ji bo 3 rojan şîn danîn. Malbat dê 3 rojan şînê qebûl bikin.