Çalakiyên gel ên li dijî rejima Îranê didomin 2019-11-17 15:17:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî bilindbûna nirxê benzînê didomin û berfireh dibe. Li Tehranên dibistan û zanîngeh hatin girtin.   Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di roja sêyemîn de xwepêşandan û nezîbûnên li dijî bilindkirina nirxê benzîn û siyaseta aboriya hikûmeta Îranê didomin. Li gorî dîmenên ku bi dest ketine, xwepêşandan li Qada Azadî ya Kirmaşanê berdewame û rastî êrişên hêzên ewlehiyê yên Îranê tê. Li Sine hêzên ewlehiya Îranê rê girtine û rê nadin xwepêşandana xelkê. Lê, xelk guh nade qedexeyan û çalakiya xwe berdewam dikin. Ji bajar û parêzgehên din ên Îran xwepêşandan berdewam dikin. Hêzên ewlehiyê mûdaxeleyî xwepêşanderan dike û gel jî li dijî êrişên hêzên ewlehiyê  li konan barîkat danîne. Li bajarê Îsfahan û Tahranê welatiyan li cadeyan wesayîtên xwe rawestandine û rê girtîne. Welatî bi maşîne, ax, kevir û gelek amûr û alavên din rê li trafîkê digirin û çalakiyên xwe berfirehtir dikin.    Ji aliyê din ve rûniştina parlamentoya Îranê ya li ser bilindkirina nirxê benzînê û xwepêşandanan didome û Rêberê Îranê Elî Xamneyî piştgirî da biryara hikûmetê ya bilindkirina nirxê benzînê. Navendên ewlehiyê bêyî ku qala kuştiyan bikin, ragihandin ku gelek kes girtîne.  Wezareta karê Hundirîn a Îranê gef li xwepêşanderan xwar û ragihand ku wê bi tundî bersiva xwepêşanderan bidin. Tê gotin ku di nava van sê rojan de di encama mûdaxeleya hêzên ewlehiyê de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî sed kesan jî birîndar bûne ku piraniya wan li parêzgehên Kirmaşan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê ne. Niha dibistan û zanîngehên paytext Tehranê hatine girtin û li piraniya bankan jî ji ber şewatê hatine girtin. Herwiha li çend navçe û bazaran qaymeqamtî hatine girtin.