Rêveberiya Xweser: Bi lez bila dewleta Tirk ji axa me derkeve 2019-11-17 15:02:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiye ya li ser xaka Sûriyeyê helwestê nîşan bidin.   Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Xalid û Ebdilhemîd Mîhbaş têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda rêveberiyê ya li Qamişlo civîna çapemeniyê li dar xistin. Endam û rêveberên Rêveberiya Xweser jî tev li civînê bûn. Daxuyanî bi Kurdî û erebî xwendin.    Daxuyanî wiha ye;   Êrîşên qirej û komkujîyên hovane yên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên faşîst li ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê berdewam dike. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku di şerê dijî DAIŞ ê de berdelên herî giran dan, îro bi teşwîq û erêkirina dewleta Amerîka û Rusyayê di bin êrîş û komkujîyên hovane yên dewleta dagirker a Tirkîyê û çeteyên faşist ên bermahîyên DAIŞ û Nusrayê de ne û careke din her roj berdelên giran didin. Gundên wan, bajarên wan û warê wan tên xerakirin û bombekirin. Rojane mafên mirovan tên binpêkirin û sucên şer pêk tên. Qetilkirina siyastmedar Hevrîn xelef, qetilkirina keşeyê Dêra Ermenîyên Katolîk a Qamişlo Hovsep Petoyan û bavê wî, qetilkirina bi sedan jin û zarokan, bi karanîna çekên ku ji aliyê navnetewî ve hatine qedexekirin. Bédeng û helwest diyar nekirina Amerika û Rusyayê, her weha di wexteke guhertina demografik û komkujîyên li ser gelên Rojava û Bakurê Suriyê pêk dihat de serlêdana Sekreterê Giştî yê Netewêyèn Yekbuyî Guterres meşrûiyetê dide dewleta Tirk û hîn zêdetir cesaretê dide faşîstê sedsalê Erdogan. Sicîla dewleta dagirker a Tirk li Efrinê li ber çavane. Bi sed hezaran gelê Kurd hatin koçberkirin û li şuna wan malbatên DAIŞ û Nusrayê yên artêşa sexte ya millî ya Sûriyeyê hatin bicihkirin. Bi sedan jin û zarokên Kurdên Efrînê hatin revandin, talan û dizî bê sînor pêk tê. Lê Neteweyên Yekbuyî û hêzên navnetewî li hemberî komkujî û guhertina demografîk ku li Efrînê li ser gelê Kurd pêk hat hîn jî bê dengin.   Niha armanca faşistê sedsalê Erdoğan û dewleta dagirker a Tirkîyê ewe ku çeteyên faşist ên bermahîyên DAİŞ û Nusrayê ku di bin sîwana dewleta Tikiyê de hatine perwerdekirin li Ser axa Rojava û Bakurê Surîyê teybet ji li Serékaniyê û Gré spi bi cih bike. Hemu dinya şahid e, yê ku DAIŞ perwerde kiriye, bi rêxistin kiriye û derfet jê re ava kiriye dewleta dagirker a Tirkiye bi xwe ye. Ebûbekir El Bexdadî 5 km dûrî Tirkiyeyê li herema Idlibê ya di bin çavderîya Tirkiyeyê de hat kuştin, cîgirê wî Hesen El Muhacir li herêma ku Erdogan digot li Sûriyeyê herema herî bi ewle ku di bin dakirkeriya wî de ye li Cerablûsê hat kuştin, xwişka Bexdadî li Ezazê hat girtin, hevjîna Bexdadî hat gotin ku ji alîyê Tirkiyeyê ve sal û nîvek berê hatiyê girtin. Tevî hemû daneyên ku nîşan didin faşîstê sedsalê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyeyê şirîkê DAIŞ û Nusrayê ne, dîsa jî bi çeteyên DAIŞ ê û bi pênaberan rojane Ewropa û Cîhanê tehdît dike. Erdogan li Amerîkayê li ber çavên cîhanê careke din mafê xwe dît ku nexşeya dakirkeriyê nîşanî herkesî bide, daxwaz û biryara xwe ya dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê bîne ziman û daxwaza xwe ya qirkirina gelan eşkere bike. Ev rûreşiyek pir mezin bû ku ne dewleta Sûriyeyê bi xwe, ne jî li ser nirxên mirovahîyê û demokrasîyê yek kesî jî bersiv neda gef û daxwazên faşist Erdogan. Li ser mijara koçberên li Tirkiyeyê polîtîka û stratejîyek pir zana hatiyé meşandin. Dewleta Tirk bi zanabûn derîyê xwe ji koçberan re vekir, ew bi rêxistin kir û li Tirkiyeyê bi cih kirin. Bi vî şêwazê bêpîvan û bêexlaq li ser mirovahiyé û teybet jî li ser Ewropayê wekw gef û şantajekê bi kar tîne. Bangawaziya me ji hemu Cîhanê û mirovahîyé ev e ku li hemberî qirkirina civaka Kurd, Ereb û Xirîstiyan, êrîş û dakirkerîya li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê û li dijî guhertina demografiya wê dengê xwe bilind bikin û li hemberî vê zilmê xwedî helwest bin.   Pir eşkereye ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê ji hevdîtina Trump û faşist Erdogan hêz girtiye. Erdogan li Washingtonê jî bi rehetî di kare bêje ku ezê milyonek penaber li Reqqa û Dêrazorê bi cih bikim. Erdogan weke xelîfeyê Osmanî axa Rojava û Bakurê Surîyeyê weke milkê xwe û dewleta Sûrîyeyê jî weke eyaletek Osmanî dibine. Li şûna ku Trump bêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dike, bi demografiya civaka wê dilîze, li ser gelê Kurd, Ereb û Xirîstiyan komkujî û qirkirinê pêş dixîne, dibêje ku agirbest baş dimeşe û Kurd jî ji vê razî ne.  Berîya her tiştî ev ne rast e. Tu kes ji komkujî û dagirkirinê ne razî ye. Bi sed hezaran Kurd, Ereb û Xirîstiyan wexta di bin tang, top û balafirên dewleta dagirker a Tirkîyê de tên qirkirin, bi zorê ji gund û bajarên xee tên derxistin ew ê çawa razî bin ku kesên biyanî ku tu mafê wan tune ye were li gun û bajarên wan bê bi cih kirin. Heta ku dakirkerî bi dawî nebe, hêzên faşist û dewleta ú dewleta dagirker a Tirkîyê ji axa me venekişe ne Kurd, ne Ereb, ne Xiristîyan ew ê tu caran ne razî bin û ji agirbestê ew ê ne keyf xweş bin.   Niha zêdetir deh hezaran DAIŞ ên herî radîkal di zindanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê de girtî ne. Gelê Kurd, Ereb û Xiristîyan bi piştgiriya koalîsyona navnetewî li dijî şerê DAİŞ ê de bi deh hezaran berdel dan. Derveyî erêkirin û îradeya gelê Rojava û Bakuré Sûriyeyê bila tu kes xwe mafdar nebîne ku li ser girtîyên DAIŞ’ê plan û hesaban çêbikin. Eger ev komkujî û dagirkerîya dewleta Tirkîyê ya li ser gelên me bi dawî nebe, divê bê zanîn ku esas xeterîya DAİŞ ê ya herî mezin ji vir şunde ew ê derkeve holê. Ji bo careke din DAIŞ li ser serê mirovahîyê nebe bela, ji ber êrîşên dagirkerîya dewleta Tirk li ser Rojava ji bo careke din DAIŞ zindî nebe bangewazîya me ev e ku di serî de Amerîka, Rûsya, Koalîsyona Navnetewî, Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Dewletên Ereb, Neteweyên Yekbuyî û dewleta Suriyeyê li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin ku rojek zutir hêzên dagirker ji ser axa me vekişin.   Ji bo vê em gelén Rojava û Bakurê Suriyê Kurd, Ereb, Xirîstîyan xwedî biryarin ku ji bo parastina axa xwe û rumeta xwe heta dawî em ê li ber xwe bidin, çi bedel pêwist be em jê nerevin û heta ku dakirkerî bi dawî nebe û ji ser axa me venekişe li Surîyê jî îstîqrar ew ê hiç çênebe.   Bangewaziya me ji bo dewleta Surîyê jî heye. Em hêvîdarin ku dewleta Sûriyeyê û Esad ziman û nêzîkatîyek çareseriyê pêş bixîne. Em weke gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê tu caran hedefek û armancek me ya perçekirina Sûriyeyê çênebuye. Gotin û sûcdarîyên parçekirina SÛriyeyê ku ji bo me tê gotin ne rastin û rastîyê venabêje. Yên ku rê li ber parçekirina Sûriyeyê girtine emin, ev 8 salin li hemberî hêzên dakirker, çeteyên DAIŞ û Nusrayê me axa Sûriyeyê û yekîtîya Sûriyeyê parastiye. Ev serkeftin ji bo hemu gelên Sûriyeyê ser bilindiyek e. Çawa ku tu hesabên me li ser parçekirina Sûriyeyê tune, divê tu kes jî hesaban nekin ku Sûriye weke 8 sal berê be. Ya herì rast qebûlkirina hevdu ye û li hemberî hevdu pêşxistina ziman û nêzîkatîyên çareserîyê ye. Ji bo Sûriyeke demokratîk ku hemu gel xwedî nasname û mafan bin çi erk û berpirsiyartî dikeve ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê em amade ne ku pêk bînin."