Jinan 'Daristana Jiyanê ya Jinan' danînJi bo 390 jinên hatin kuştin 390 dar çandin 2019-11-17 14:47:16   AMED - Di pêşengiya Şaredariya Sûrê de jinan bi mınasebeta 25'ê Mijdarê dar çandin. Dema dar çandin, Ruşen Tayfun diyar kir ku di salekê de 392 jin hatin qetilkirin û got: "Her şitlek nîşaneya jiyana wan jinan e."    Şaredariya Surê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînan Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê dar çandin. Nûnerên Komeleya Jinan a Rozayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa jinan a şaredariya Surê li Gundê Tileloyê yê girêdayî Navçeya Surê bi hevre dar çandin. Jinan şitlên darên ku çandin bi qurdeleyên Xemrî girêdan û navê "Daristana Jiyanê a Jinan.” li qadê kirin. Di çalakiyê de Endama Meclisa Şaredariya Sûrê Ruşen Tayfûn axivî û sedema çalakiyê vegot.    JI BO HER JINEK HAT KUŞTIN DAREK ÇANDIN   Tayfûn, anî ziman ku dê serhildana xwe ya li dijî qetlîaman biçînin û nîşana wê jî 392 şitlên ku çandin in û wiha got: "Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de çalekiyên jinan berdewam dikin. Me jî di wê dar çandin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin,  ji 25'ê Mijdara 2018'an heta îro 390 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Me weke nişane li Gundê Tileloyê qadek ji bo ‘Daristana Jiyanê ya Jinan’ veqetand û armanca me ew e ku weke nişane bi 390 şitlan em jinên hatine qetilkin bidin jiyîn. Em ê li hember tundiyê li her qadê têkoşîna xwe berdewam bikin û têkoşîna xwe bêtir bikin."