5 rojnameger hefteyekê neheq di bin çavan de manDozger hewce bi lêpirsînê nedît 2019-11-17 13:57:16     MÊRDÎN - 20'ê Tebaxê dema rêveber û endamên HDP'ê li dijî tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê çalakî li dar xistin, polîsan 5 rojnamegerên nûçe dişopandin, hefteyekê binçavkirin û piştre serbest berdan. Dozgeriya komarê têkildarî binçavkirina rojnamegeran a neheq pêdivî bi lêpirsînê nedît.    Li Mêrdînê di 20’ê tebaxê de dema çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûm pêk dihat nûçegihanên ajansa me Mehmet Şah Oruç û Ahmet Kanbal, nûçegihana JinNewsê Rojda Aydin, rojnameger Nurcan Yalçin û Halîme Parlak ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Her 5 rojnamger 7 roj in li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê man û piştre hatin berdan. Piştî 7 rojan nûçegihanê me Ahmet kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak ku di 20'ê Tebaxê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê hatin berdan.   Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ku der barê 5 jê rojnameger bi giştî 8 kesan de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ne" dabû destpêkirin bi dawî kir. Dozgeriyê, pişti lêpirsînê der barê 8 kesan de biryara "Pêwistî bi lêpirsînê tune" da.