Li vê malbatê hemû betal in: Debar nabe 2019-11-17 11:51:32   AMED – Li gorî raporan li Tirkiye rêjeya betaliyê ji sedî 33 ye. Lê li bajarên herêmê ev rêje zêdetir e. Li Amedê li hin malbatan betalî ji sedî 100 e. Mînaka vê yekê malbata Dundar a xwedî 7 nifûsî ye. Malbata Dundar ji ber hemû betal in, nikarin debara xwe bikin.    Li Tirkiyeyê betalî, xizanî, enflasyon û krîza aborî her ku diçe zêde dibe. Her çend îktîdar vê yekê red bike jî mînakê heyî krîza aborî piştrast dike. Li Amedê ji malbata Dundar a 7 nifîsa wan heye hemû betal in û nikarin kar bi dest bixin. Malbata Dundar ji ber kar peyda nakin nikarin debara xwe bikin. Dayika 5 zarokan Muhbet Dundar, diyar kir ku berê hevjînê wê karê înşaetê dikir û piştî karê înşaetan xelas bû, niha kes ji malê naxebite. Dundar, anî ziman ku berê bi hezar zor û zahmetî debara xwe dikirin û niha piştî hevjînê wê betal ma, di nava 7 endamên malê de kesên ji wan kar dike tune ye û nikarin debara xwe bikin. Dundar, anî ziman ku di malê de 7 kes dijîn, lê ji ber hemû betal in nikarin pêdiviyên xwarin û vexwarinê bistînin.  Dundar, da zanîn ku deyn dike û diçe bazarê pêdiviyên mutbexê distîne û wiha got: "Hefteyê dema diçim bazarê 5 kîlo mantalînê kîlo bi 2 TL, kîlok îsot ku kîlo bi 3.5 TL, 2.5 kîlo pîvazên kîloya wan bi 1 TL, bi 5 tl kartol, firengê kîlo bi 3 tl, bi 17 tl yan fireng, sêvên kîlo bi 2,5 tl yan bi 10 tl yan sêv, xiyarên kîlo bi 2 tl yan bi 4 tl yan xiyar, lîlona kîlo bi 3,5 tl yan 1 kilo lîmon, bi tl 6 şînahî, kelema kîloya wê bi 2 tl 6,5 tl kelem, bi 10 tl hêk, bi 22 tl jî ji bo zarokan cilan distînim. Bi giştî 95 tl xerç dikim. Em 7 hes hefteyekê bi 95 tl debara xwe dikin. Berê min bi 50 tl pêdiviyên xwe yên bazarê dikirîn. Lê niha her tişt buha bûye."    Dundar, anî ziman ku li aliyê din her meh heqê Xaza Xwezayî 400 tl fatûra ji wan re tê û got: "Dîsa fatûrayê av û ceyranê jî heye. Hin mehan 80 tl û hin mehan jî 100 tl fatûre tê. Kîraya mala me ji 750 lîrayî derket 800 lirayan. Lêçûna avahiyê 100 tl ye. Hevjinê min êdî kar peyda nake. Em vê hefteyê çûn bazarê vala vegeriyan."