Li Iraqê 4 kes hatin kuştin 2019-11-14 20:21:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qada Tehrîr a Bexdayê hêzên ewlehiyê xwepêşander hedef girtin. Di encamê de 4 kes hatin kuştin û 52 kes ji birîndar bûn.   Li Qada Tehrîr a Bexdayê îro careke din xwepêşandana destpê kir. Hêzên ewlehiyê mudaxeleyî xwepêşanderan kir û xwepêşander hedef girtin. Li gorî çavkaniyên bijîşkî yên Bexdayê ji ber guleyên gazê li cihê çalakiyê 3 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane û yeke din dema gihandine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Ji ber guleyên rasterast yên hêzên ewlehiyê, bikaranîn gaza îsotê û guleyên plastîk 52 xwepêşander birîndar bûne.