Gelê Şehbayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan 2019-11-14 20:10:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên li bajarê Şehba yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, êrîşên Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.  Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê yên ji neçarî koçberî kantona Şehbayê bûne, herikîn Navçeya Ehdas da ku Tirkiye êrîşî wê dike û êrîş şermezar kirin. Meş ji pêş îstasyona trenê ya li navçeya Ehdasê bi rakirina wêneyên kesên di şer de birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane û pankartên "Berxwedana Rojava nûnertiya yekîtiya Sûriyê dike û na ji dagirkirina Osmanî ya nû re" destpê kir. Meşvan li tevahî kolanên sereke û şaxî di nava dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê de gerîn û berê xwe da parka giştî. Meşvanan, xwest Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkevin. Girsê li parka giştî piştî meşê mîtîng li dar xist û deqeyekê rêz girtin. Piştre li ser navê Meclîsa navçeya Ehdas rêveber Şêx Murad axivî û wiha got: "Serkeftinên ku di şoreşa Rojavayê pêk hatine bi saya kedên şehîdan in. Lê hêzên derve hewl da van destkeftiyên ku hêzên QSD’ê bi dest xistine û ji ber tevahî cîhanê ve şerê terorê kiriye, biçewisîne."   Pişt re Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya herêma Efrînê bi Kurdî û Erebî daxuyani da Daxuyaniya Kurdî Zêneb Lolo û ya Erebî Xelîl Mûsa xwendin.   Daxuyaniya KPC-D’ê ya herêma Efrînê wiha ye:   “Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûnên navdewletî derbas kirine. Dijminatiya wê ya faşîst li dijî gel, zarok, bi taybet gel û zarokên Kurd berdewam e. Di van demên dawîn de dewleta Tirk çekên qedexekirî ya bi navê fosfora spî di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar anîn. Tevî bikaranîna dewleta Tirk tevahî cureyên çekan û heta yên qedexekirî li dijî gel, nikare û neyê bikare vîna gel têk bibe. Bi navê zarokên Berxwedana Serdemê êrîşên hovane yên dewleta Osmanî şermezar û lanet dikin. Di vê Payîzê de zarokên cîhanê tevahî li dibistanan in û jiyana xwe ya xwezayî didomînin. Lê belê zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êş û azarên şer dikişînin. Rojane di bombebaranên balafirên dewleta Tirk re derbas dibin. Nikarin biçin dibistan û xwendina xwe berdewam bikin. Nimûneya vê jî zarokên Efrînê yên ji dibistanên xwe ji ber dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê, koç bûn û ji mafên xwendinê mehrûm bûn. Nêzî 5 hezar xwendekar neçarî dûrketina dibistanên xwe ne û koçî cihên derdor bûne. Her wiha jî dûrî çanda xwe ne û di kuştin û bombebarana kîmyawî ya dewleta Tirk re derbas dibin.   Ti qanûn li cîhanê piştevanî yan jî alîgirê kuştina mafên zarokan di jiyanê de dike, hene? Ti qanûn alîgirê dike ku çekên qedexekirî li dijî zarokan bên bikaranîn û xewnên wan ên zarokatiyê bên dizîn? Bi navê zarokên Berxwedana Serdemê bang li tevahî zarokên cîhanê dikin ku dengê xwe tevlî yê me bikin. Her wiha jî bang li saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku kiryarên dijminê faşîst rawestînin û bang li cîhanê dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û daxwaza lêpirsîna êrîşkarê nirxên mirovahiyê bikin."   Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.