Endama Meclîsa Şaredariya HDP'î hat girtin 2019-11-14 17:34:36   AMED - Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin Emel Arslan hat girtin.   Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya HDP'î Emel Arslan, bi hinceta di çalakiyên li dijî qeyûman, li dijî polîsan derketiye bi sedema îfadeya wê heye gazî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê bi sûcdariya "li dijî polîsan derketiye" û "alîkariya rêxistinê" Arslan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê li ser daxwaza dozgeriyê Arslan girt û şand girtîgehê.