Orhan: Em li dijî êrişan serî radikin 2019-11-14 17:02:03   WAN - Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan derbarê çalakiya TJA'yê ya di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku xwest belavokan belav bike û bi hênceta ku walîtiyê qedexe kiriye hat astengkirin daxuyanî da û got: " Em jin tundiya ku deweta mêr li me ferz dike qebûl nakin û li dijî vê tundiyê serî radikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi minaseta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya li Ser Jinê xwest belavokan belav bike, lê çalakî ji aliyê Walîtiyê ve hat qedexekirin û wekî hêncet jî dirûşma "Serî radikin" ku li belavokê hatibû nivîsandin nîşan da. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan derbarê belavkirina belavokên ku hatin astengkirin de daxuyanî da.    'EM SERÎ RADIKIN'    Orhan diyar kir ku dirûşma li belavokê ya "Serî hildin" hincet hatiye nîşandan û got bi astengkirinê jî diyar bûye ku rewşek çiqas mafdar e. Orhanb wiha got: "Em jin tundiya dewleta mêr ku li me ferz dike qebûl nakirin û serî radikin. Me li her derê li dijî şîdeta ku li me hat kirin serî rakir û em ê serhildana xwe berdewam bikin. Em ê têkoşîna xwe heta ku em civakê jî biguherînin berdewam bikin. Em di 25'ê Mijdarê de bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û li dijî tundiya li ser jinê dengê xwe bilintir bikin."