Lêpirsîn li Fîrmaya dermanan ku Aydinlikê wê hedef nîşan dabû hat vekirin 2019-11-14 16:51:01 ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku derbarê fîrmeya dermanan ku Rojnameya Aydinlikê wê hedef nîşanda dabû lêpirsîne dane destpêkirin. Rojnameya Aydinlikê di 7'ê Mijdarê de bi ser navê "Amûrên tibî yên PKK'ê ji fîrmaya tirk in" fîrmayeke dermanan hedef nîşanda dabû. Piştî vê hedefnîşandanê derbarê fîrmaya ku li Enqereyê, ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkildarî miajrê lêpirsîna îdarî hatiye despêkrin û derbarê angaşta ku fîrmayeke Enqereyê amûrên tibbî ji bo YPG-PYD'ê şandiye de ji aliyê Saziya Amûrên Tibbî ve 2 serperîşt hatine peywirdarkirin.