Li Elbistanê 8 HDP'î binçav kirin 2019-11-14 16:07:44   MEREŞ - Polisan li navçeya Elbîstanê 8 HDP'iyan binçav kir.    Li navçeya Elbistan a Mereşê, cendirmeyan, bi ser malên gelek rêveberên HDP'ê de girt. Cendirmeyan, di serdegirtinê de rêveberên HDP'ê yên navçeyê Alî Kisa, Elîf Kisa, Halîl Hoşoglû, Bekîr Kara, Hatûn Bark, Îbrahîm Mayir, Dîlek Bekîr û Mehmet Dîlekçî binçav kirin. Cendirmeyan, piştî kontrolên tenduristiyê HDP'iyan bir Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Sedema binçavkirina HDP'iyan nehat hînbûn.