Onlu: Yên ji Komkujiya Dersimê re bêdeng man îro jî ji Rojava re bêdeng dimînin 2019-11-14 16:06:56 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu got: “Yên ji komkujiya Dersimê re bêdeng man îro jî ji neheqî, bêhiqûqî, dagirkirinê û êrişên li dijî Rojava re bêdeng dimînin.” Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Alîcan Onlu têkildarî darvekirina salvegera 82’yemîn ji lîderên raperîna Dersimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.    Onlu bi şermezarkirina komkujiya li Dersimê dest bi axaftina xwe kir û got: “Seyid Riza û hevrêyên xwe 82 sal beriya niha bi her cûre dek û dolaban bêyî parastina wê bê girtin hatin qetilkirin.”    ‘EZ KOMKUJIYÊ ŞERMEZAR DIKIM’   Onlu destnîşan kir ku ew carek din sersaxiyê ji hemû Dersimiyan re dixwaze û got: “Ez Seyîd Riza, Usene Seydî, Findiq Axa, Seyd Usen, Hesenê İbrahîmî, Hesen Axa û Eliyê Mîrzalî yên di 15’ê mijdara 1937an de hatin qetilkirin û niha bêkefen û bêgorin bi rêz û hezkirin bi bîr tînim. Ez Elîşêr û Zarîfe yên li Qoçgirî hatin qetilkirin jî bi bîr tînim.”    ‘NAVÊ WÊ DERSIM E’    Onlu da zanîn ku wateya peyva teretele talankirin e û qirkirin e û gelê Dersimê navê Roja Reş lê kiriye. Onlu diyar kir ku her cûre qirkirin û polîtîkaya pişaftinê û tunekirinê pêk hat û got: “Navê wê ne Tuncelî ye, navê wir Dersim e.”    ‘WÊ DEMÊ SIRGÛN NIHA JÎ FIROTINA ZAROKAN’     Onlu da zanîn ku li gorî daneyên gelê Dersimê nêzî 100 hezar însan hatin qetilkirin û jinan şandin sirgûnê û got: “Ji zarokên 3 salî bigire heta kal û pîrên 90 salî 56 kes ji malbata min hatin qetilkirin. Dema mijar dibin kurd û elewî em dibînin çi tînin serê me. Wê demê digoqtin ‘eşqiya’ lê niha dibêjin ‘terorîst.’ Wê demê zarokên keçik wek ewlad didan malbatên eskeran. Lê niha zarokên kurd, elewî û êzidiyan li bazarên koleyan tên firotin.   WÊ DEMÊ MUFETÎŞÊN UMUMÎ ÎRO JÎ QEYÛMAN TAYÎN DIKIN    Li Lozanê înkara gelan kirin. Pişt re bi Destûra Bingehîn a 1924’an yekperestiyê li ser gelan ferz kirin. Li dijî kurd û elewiyan hiqûqa dijminahiyê ji wê demê ve dest pê kiriye. Di roja me ya îroyîn de jî AKP-MHP û Ergenekon dewama komkujiyên wê demê pêk tîne. Çawa di salên 1935’an de Mufetîşên Umumî, walî û fermandaran sirgûn dikirin, didarizandin û biryarên wek darvekirinê digirtin, îro jî walî û qeymeqaman wek qeyûm tayînî şûna hilbijêran dikin û heman biryarê wê de didin.”    ‘YÊN WÊ DEMÊ BÊDENG ÎRO JI BO ROJAVA BÊDENG IN’    Onlu gotinên xwe bi dawî kir: “Yên ji komkujiya Dersimê re bêdeng man îro jî ji neheqî, bêhiqûqî, dagirkirinê û êrişên li dijî Rojava re bêdeng dimînin. Em ê wek şopdarên Seyîd Riza û hevrêyên wî li dijî polîtîkayên tinekirinê bêdeng nemînin û çongê daneynin.”