Polisan bi ser malbata Vatan de girt! 2019-11-14 16:00:10   ENQERE - Ji ber ku bi dîmen bertek nîşanî binçavkirina hevjînê xwe Şaban Vatan da, dayika Rabîa Naz Vatan, Atîke Vatan de girt. Dayik Vatan serdegirtina polisan bi van gotinan ragihand: "Gelek polisan bi ser mala min de girt. Weke ku ez mişextê qanûn û kujer im, li mala min lêgerîn kirin û li delîlan geriyan."   Li navçeya Eynesîl a Gîresûnê, polisan îro di saetê serê sibehê de bavê Rabîa Naz Vatan (11) ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû Şaban Vatan binçav kiribûn. Dayîka Rabîa Naz Vatan, Atîke Vatan binçavkirina hevjînê xwe ragihand û ev tişt got: "Hevjînê min li min geriya û got ku telefona wî jê dîstinin û xwest ku ez agahî bidim herkesî."    'DEWLETA MIN LI KUR E?'   Dayik Vatan ku bi dîmen bertek nîşanî binçavkirina hevjînê xwe dabû û wiha axivîbû: "Dema ku hevjînê min di pêş de diçe û hin tiştan derdixe holê, rast e rast wî bêdeng dikin. Bi pitika xwe ya 40 rojî re adaleta hevjînê xwe bi vî rengî pêk tînim. Hewl didim dengê xwe bigihînim herkesî. Dewleta min li kur e?"   HEVJÎNÊ XWE PIRSÎ BI SER MALA WÊ DE GIRTIN!   Vatan ragihand ku piştî dîmenê ku kîşandiye û parve kiriye polisan bi ser mala wê de girtiye û ev tişt anî ziman: "Gelek polisan bi ser mala min de girt. Weke ku ez mişextê qanûn û kujer im, li mala min lêgerîn kirin û li delîlan geriyan. Ji bo keça min ewqas lêgerîn nehat kirin. Mala min serobin e. Ez bi pitika xwe re tenê mam. Gorin ku fermana lêgerînê heye. Tableteke kevn desteser kirin. Telefôneke gelek kevn ku ji dîroka dî fî maye jî desteser kirin. Malê tev qul bi qul geriyan. Telefona min û hevala min a li cem min jî desteser kirin."