Tevdîrên 'ewlehiyê' yên qeyûmê Qoserê didomin 2019-11-14 15:32:42 MÊRDÎN - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin, piştî qulûbeyên ewlehiyê, ser dîwarên derdora şaredariyê bi têlên direhî girt û tûrnîkeyên qamê li têketina şaredariyê bi cih kir.    Qaymeqamê Qoserê Huseyîn Çam ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê ya HDP'î hat kirin, piştî ku qulûbeyên ewlehiyê yên dema qeyûmê beriya hatibûn rakirin careke din bi cih kir, niha jî diwarên derdora şaredariyê bilindtir kir û ser dîwaran bi têlên direhî girt.    Qeyûm bi vê jî bi sînor nema û tûrnîkeyên qamê li têketina şaredariyê bi cih kir. Welatiyên ku diçin şaredariyê neçar dimînin ku di van tûrnîkeyan de derbas bibin.