Endama Meclisê ya HDP'î Zûgûrlî hat girtin 2019-11-14 12:42:31 AMED - Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm taynînî wê hatibû kirin Şehrîban Zûgûrlî ya HDP'î hat girtin.  Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Licê Şehrîban Zûgûrlî ya HDP'î, bi hinceta ku dema çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman li dijî polisan derketiye, duh bi serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Poliasan, îro serê sibehê piştî îfadeyên wê yên li Miduriyeta Polisan a Amedê Zûgûrlî anîn Edliyeya Amedê. Dozgeriyê, bi sucdariya "li dijî polisan derketiye" û "propagandaya rêxistinê" Zûgûrlî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û Dadgehê li ser daxwaza dozgeriyê Zûgûrlî girt û şand girtîgehê.