Li Dîlokê polîsan bi ser avahiyên HDP’ê de girt: Gelek kes hatin binçavkirin 2019-11-14 12:38:36 DÎLOK – Polîsan li Dîlokê bi ser avahiyên HDP’ê û malan de girt û rêveberên HDP’ê jî di nav de gelek kes binçav kirin. Polîsan serê sibê li Dîlokê bi ser avahiyên HDP’ê û gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê Muslum Kiliç, Hevserokê Rêxistina HDP’a Şahînbey Mehmet Ozkan, rêveberên HDP’ê Mustafa Tunç û Hatîce Kuçuker jî di nav de herî kêm 52 kes hatin binçavkirin.    Piştî serdegirtina malan polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Dîlok, Şahînbey û Şehîtkamîlê de jî girt û lêgerîn pêk anîn. Polîsan dest danî ser gelek ewraqan.