Rojnameger Polat hat beratkirin 2019-11-14 12:28:38   STENBOL – Rojnameger Fatîh Polat ji ber nivîsa xwe ya derbarê malbata Erdogan de ku ji doza dihat darizandin hat beratkirin.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat ji ber nivîsa xwe ya derbarê têkiliya malbata Serokkomar Erdogan a di navbera Sitki Ayan û karsazê azerî Mansîmov nivîsandibû bî îdiaya “li Serokkomar heqaret kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Polat li Dadgeha Bakirkoyê hat dîtin. Polat û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. Dadgehê biryara beratkirina Polat da.