Doza kuştina Fendîk dîsa taloq kirin 2019-11-14 12:27:56 COLEMÊRG - Daneşîna doza têkildarî kuştina Necmettîn Fendîk hatibû vekirin hat dîtin û careke din hat taloqkirin. Daneşîna doza têkildarî cînayeta Necmettîn Fendîk ku di 17'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi serdegirtina malê de hatibû kuştin, hatibû vekirin, li 2'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Geverê hat dîtin. Di daneşîna doza ku polisê bi navê A.F.K. bi sûcdariya "bi kêmasî bûye sedema mirinê" bi daxwaza ji 2 salan heta 6 salan bi awayekî serbest tê darizandin de malbata Fendîk û parêzer Necmettîn Çorûh lê amade bûn.    Dadgehê ji bo ewraqên hatine xwestin bên amadekirin daneşînê taloqî 28'ê Çileya 2020'an kir.    ÇI BÛBÛ?    Polisan di 17'ê Tîrmeha 2017'an de bi ser mala Necmettîn Fendîk de girtibûn û gule berdabûnê û ew kuştibûn. Li gel ku bi ser bûyerê 2 sal derbas bûne jî heta niha 3 daneşîn hatine dîtin û tenê polisek tê darizandin. Roja bûyerê 40 hezar TL pereyê malbata Fendîk hatibû dizîn.