Bersiva gel a ji bo pirsa 'HDP li dijî qeyûman divê çi bike': Divê HDP helwesteke radîkal nîşan bide 2019-11-14 12:13:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Di lêkolîna qadê ku li ser helwesta HDP'ê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li 3 bajarên mezin ên qeyûm tayînê şaredariyên wan hatine kirin de, bi taybetî ciwan gel nêrîna "Divê HDP helwesteke radîkal nîşan bide" parve kiriye. Ji sedî 81.3'ê beşdaran li dijî qeyûman e. Navenda Lêkolînên Qadê yên Polîtîk û Civakî, di navbera 8 û 10'ê Midarê de li Amed, Mêrdîn û Wanê ku qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin, ji bo pîvana piştgiriya gel a ji bo qeyûman û hêviyên wan ên ji HDP'ê li qadê lêkolînek kir. Di xebata ku bi giştî 631 kesî re bi rêbaza tesadufî ya rapirsînê hatiye kirin de beşdaran nêrîna xwe ya ji bo divê HDP çi bike, diyar kirine.    PIŞTGIRÎ JI SEDÎ 9.5   Ji sedî 81,3'ê beşdaran pirsa "Hûn piştgirî didin tayînkirina qeyûman?" neyînî bersivandine û ji sedî 9.5'ê beşdaran jî heman pirsê bi erênî bersivandine. Ji sedî 62.5'ê beşdaran jî pirsa "Li dijî tayînkirina qeyûman hûn helwesta HDP'ê bes dibînin?" wiha bersivandine: "Ez kêm dibînim". -   'DIVÊ HDP HELWESTEKE RADÎKAL NÎŞAN BIDE'   Pirsa "Li dijî tayînkirina qeyûman divê HDP çi bike?" ji sedî 36'ê beşdaran wiha bersivandiye:"Bi gelê kurd re destkeftiyan biparêze, helwesteke radîkal nîşan bide", ji sedî 11,6'ê beşdaran wiha bersivandiye: "Nêrîna min tuneye", ji sedî 10,8'ê beşdaran wiha bersivandiye: "Divê ji Meclisê û şaredariyan hemû xwe vekişîne û serî li bêîtîatiyê bide", ji sedî 10,1'ê beşdaran wiha bersivandiye: "Tiştekî ku bike tuneye", ji sedî 9,2'ê beşdaran wiha bersivandiye: "Divê HDP rexenedayîneke berfireh bide", ji sedî 9,2'ê beşdaran wiha bersivandiye: "Divê raya giştî ya navneteweyî bê avakirin", ji sedî 5,7'ê beşdaran wiha bersivandiye: "Divê dûrahiya di navbera xwe û gel de bigire", ji sedî 4,1'ê beşdaran wiha bersivandiye: "Divê serî li rêyê hiqûqî bide", ji sedî 2,4'ê beşdaran wiha bersivandiye: "Divê li diJî qeyûman bi partiyên din re tifaq ava bike" û ji sedî 1'ê beşdaran jî wiha bersivandiye: "Hêviya min ji HDP'ê tuneye".    BEŞÊN CIWAN KÊM DIBÎNIN   Ciwan helwesta HDP'ê ya li dijî tayînkirina qeyûman kêm dibînin. Di vê çarçoveyê de kesên temenê wan di navbera 18-24'an de ji sedî 20,6'ê wan ji bo helwesta HDP'ê dibêjin "bes dibînim", ji sedî 53,4'ê wan dibêjin "Kêm dibînim", ji sedî 26'ê wan dibêjin "nêrîna min tuneye". Kesên temenê wan di navbera 25-34'an de ji sedî 19,8'ê wan ji bo helwesta HDP'ê dibêjin "bes dibînim", ji sedî 69,6'ê wan dibêjin "kêm dibînim", ji sedî 10,5'ê wan dibêjin "nêrîna min tuneye". Kesên temenê wan di navbera 35-44'an de ji sedî 16.8'ê wan ji bo helwesta HDP'ê dibêjin "bes dibînim", ji sedî 64.8'ê wan dibêjin "kêm dibînim", ji sedî 18,4'ê wan dibêjin "nêrîna min tuneye". Kesên temenê wan di navbera 45-54'an de ji sedî 24,4'ê wan ji bo helwesta HDP'ê dibêjin "bes dibînim", ji sedî 59,4'ê wan dibêjin "kêm dibînim", ji sedî 16,2'ê wan dibêjin "nêrîna min tuneye". Kesên temenê wan di navbera 55-64'an de ji sedî 33,4'ê wan ji bo helwesta HDP'ê dibêjin "bes dibînim", ji sedî 547'ê wan dibêjin "kêm dibînim", ji sedî 11,9'ê wan dibêjin "nêrîna min tuneye". Kesên temenê wan di seriya 65'an de ji sedî 14,3'yê wan ji bo helwesta HDP'ê dibêjin "bes dibînim", ji sedî 42,9'ê wan dibêjin "kêm dibînim", ji sedî 42,9'ê wan dibêjin "nêrîna min tuneye".   MEZÛNÊN ZANÎNGEHÊ DI RÊZA YEKEMÎN DE NE   Dema ku li rewşa perwerdeyê ya kesên helwesta HDP'ê ya li dijî qeyûman kêm dibînin tê nêrîn jî ev tablo dertê holê; ji sedî 39,1 kesên ku xwendin û nivîsandin wan tuneye, ji sedî 50 kesên ku xwendin û nivîsandina wan bê dîploma heye, ji sedî 57,2 kesên ku ji dibistana seretayî mezûn bûne, ji sedî 68,6 kesên ji dibistana navîn mezûn bûne, ji sedî 70,6 kesên ji zanîngehê mezûn bûne û ji sedî 69,3 kesên akademîsyen helwesta HDP'ê ya li dijî qeyûman kêm dibînin.