Parêzer ji 7’ê Tebaxê ve nikarin Ocalan bibînin 2019-11-14 10:57:50 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Bursayê dan. Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê Gulanê, 22’yê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê li gel miwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn.    Parêzer ji 7’ê Tebaxê ve nikarin biçin hevdîtinê û heta niha bersiv jî nedane serlêdanan.