Li Rojava piştî zeytûnan niha jî genim tê talankirin gelo? 2019-11-14 10:53:47 ENQERE – HDP di hevdîtinên butçeyê yên li Meclîsê didomin de angaşta zeytûn, kartol û genimê Rojava desteser dikin û tînin Tirkiyê anî rojevê. Li Meclîsê wextê hevdîtina butçeya sala 2020’an a dihat nîqaşkirin, HDP’ê angaşta zeytûn, kartol û genimê Rojava desteser dikin û tînin Tirkiyê anî rojevê.    BEŞTAŞ ANGAŞTAN ANÎ ROJEVÊ    Vê rojevê Parlamenter HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş anî rojevê. Beştaş ji Wezîrê Çandiniyê Bekîr Pakdemîrlî pirsa “Angaşta genime li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest danîne serê û anîne Tirkiyê raste gelo?”    Her wiha Beştaş têkildarî Efrînê ya di bin destê hêzên paramîlîter de ye jî pirsa “Di sala 2019’an de ji Efrînê çend ton zeytûn, kartol û genim anîne Tirkiyê?”    Wezîrê Çandiniyê Bekîr Pakdemîrlî her du pirsên Beştaş jî bêbersiv hişt.    WEZÎR ÎTÎRAF KIRIBÛ    Wezîr Pakdemîrlî di hevdîtinên butçeya sala 2018’an de talana zeytûnê Efrînê îtîraf kiribû.    ANGAŞTA BIRYARNAMEYA ‘NEPEN’    Di kêliya hevdîtinên li Komîsyonê Parlamenterê CHP’ê yê Manîsayê Bekîr Başevîrgen angaştên di mijara rûnê zeytûnên ji Sûriyê tînin Tirkiyê bi biryarnameyek “nepen” tînin anî rojevê.