Pêşî berhev kirin, paşê biryar hat girtin 2019-11-14 09:18:53   EDENE – Li Edeneyê, polîsan avêtibû ser pîrozbahiya salvegera 25'an a Rojnameya Atilimê û tevî Kovara Ozgur Gençlîkê hejmara dawî ya rojnameyê jî berhev kiribûn. Lê belê piştî derket holê biryarek wiha tuneye, vê carê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hejmara dawî hat berhevkirin.    Di 3'yê Mijdarê de polîsan avêtibû ser pîrozbahiya salvegera 25'an a Rojnameya Atilimê û tevî Kovara Ozgur Gençlîkê hejmara dawî ya rojnameyê jî berhev kiribûn. Lê piştî derket holê derbarê hejmara dawî ya rojnameyê de tiştek tuneye, vê carê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hejmara dawî hat berhevkirin.    Di çarçoveya heman lêpirsînê de ji bo îfadeyê gazî Endamê Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Osman Kara û endamê ESP'ê Kemal Gençaydin jî kiribûn û her du endamên ESP'ê hatibûn binçavkirin. Dotira rojê Kara û Gençaydin bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Parêzer Tûgay Bek, biryara berhevkirina rojnameyê nirxand. Bek, bal kişand ser madeya di pakêta darazê ya nû de ku tê gotin daxuyaniyên ku zorê endin sînorê rexneyê wê sîc neyên hesibandin û got: "Ev made ji bo kê hatiye derxistin*"    Parêzer Bek, ji bo lêpirsîna derbarê bayiyên rojnameya Atilimê difiroşin got: "Ev jî nîşan dide ku; qanûnên hatine çêkirin tenê di gotinê de hene, tu eleqeya wan bi rastiyê re tuneye."