Wê îsal êzing û sergînan bişewitînin 2019-11-14 09:18:10 WAN – Ji ber bihabûna gaza xwezayî li Wanê welatiyan berê xwe da sobevanan û gotin, ji ber nikarin komirê jî bikirin ew ê zivistanê êzingan û sergînan bişewitînin. Ji ber bihabûna gaza xwezayî welatî berê xwe didin sobevanan. Li Wanê welatiyan anî ziman ku ji ber krîza aborî hîn jî devê kombiyên xwe venekirine. Welatiyan, got nikarin komirê bişewitînin û ew ê vê zivistanê êzing û sergînan bişewitînin.    Cahît Coşarê sobevanê, diyar kir ku ji ber bihabûna gaza xwezayî welatî berê xwe dane sobeyan. Coşar, diyar kir ku ew amûrên sobeyê bi 150 lîreyî difiroşin û got: "Li mala gelek kesan gaza xwezayî heye, lê ji mecbûrî sobeyê bi kar tînin. Welatî ji ber bihabûna gazên xwezayî sobeyan bi kar tînin. Lê me fiyetên sobeyan biha nekir. Rewşa karê me baş e."    Mahmût Tekîn ê ku ji Elbakê ji bo sobeyê bikire hat Wanê, got: "Me dest bi haziriyan kir. Li navçeya me zivistan dirêj in. Ji bo sobeyê bikirim hatime."    Gulîzar Keskîner jî ji bo sobeyê hatiye cem sobevanan û bal kişand ser bihabûna fiyetê komirê. Keskîner, diyar kir ku sewalvaniyê dikin û got: "Heger tu komirê bikirî, tona wê 2 hezar lîre. Loma em ê îsal êzing û sergînan bişewitînin."