Avakara VAKAD'ê Ozgokçe: Jin xwe ewle hîs nakin 2019-11-14 09:17:30 WAN - Avakara VAKAD'ê ku bi KHK'ê hat girtin Zozan Ozgokçe, girtina saziyan, polîtîkayên qeyûman û qedexekirina çalakiyan a li bajêr nirxandin. Ozgokçe, got: "Êdî jin xwe ewle hîs nakin. Destkeftiyên me ji destê me stendin û 50 salan welat bi paş ve birin. Helbet wê ev bêdengî wiha dewam neke." Avakara Komeleya Jina ya Wanê (VAKAD) ku bi KHK'ê hat girtin Zozan Ozgokçe, girtina saziyan, polîtîkayên qeyûman û qedexekirina çalakiyan ku 3 sal in li Wanê didomîne nirxand.    'ÊDÎ JIN XWE EWLE HÎS NAKIN'    Ozgokçe, anî ziman ku ji ber şideta li welat berbelav bûye li Wanê jî bi girtina saziyên jinan zêdetir bûye. Ozgokçe, destnîşan kir ku êdî jin li tu qadên jiyanê xwe ewle hîs nakin. Ozgokçe, bilêv kir ku ji ber polîtîkayên 3 salên dawî û desteserkirina destkeftiyên jina 50 salî welat bi paş ve çûye û got: "Berê gava keçeke 14 salî bi zilamekî extiyar re bihatana zewicandin tiştekî asayî bû. Ev hat guherandin. Lê belê rêxistinên jina, malên hêwirandinê, komeleyên girêdayî şaredariyan, xetên bangawaziyê hatin girtin. Ji ber jin xwe ewle hîs nakin. Destkeftiyên me ji dest me girtin û 50 salî welat bi paş ve birin. Yanî rewşeke ji ya salên 90'î xirabtir e."    Ozgokçe, diyar kir ku jin hem di nav malê hem jî di pergala dewletê de xwe ewle hîs nakin û got:" Berê di îstatîstîkan de herî kêm şideta li ser jinê Colemêrg, Wan, Herêma Rojhilat û Herêma Başûr Rojhilat bû. Sebeb, ne ji ber ku şidet tunebû, ji ber nebaweriya bi mekanîzmaya dewletê bû. Digotin, 'ma em herin qereqolê wê çi biguhere.' Ji Peymana Stenbolê jî bi paş ve gav davêjin. Ji ber jin bawer nakin, ji mecbûrî di vê têkiliya şidetî de dewam dikin. Gava xelaskirina ji şidetê wekî astengiyekê derdikeve pêşberî me. Di demên dawî de jin ji bo ji şidetê xelas bibin û xwe biparêzin ji bajarên biçûk direvin berê xwe didin bajarên mezin."    'QEYÛM DIJIMINÊ JINÊ YE'    Ozgokçe, bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û got, polîtîkaya qeyûm polîtîkayeke dijminane ye û got: "Ji bo siyasetê bîrbiriyeke wekî divê profesor an jî perwede dîtibe an jî bi çend zimanan zanibe heye. Nexasim jî ji bo jinan ev xwe dide der. Lê ji bo zilaman ne wiha ye. Mesela; Dîba Keskîn. Jineke bi vî awayî, şaredarîtiya wê ji bo me jina pir girîng e. Jin bi hebûna Bedîa Ozgokçe, xwe ewle hîs dikin. Çimkî şaredareke bi çavê jinan tev digere heye. mesela li Mûgla an jî Enqereyê gava jinek şaredar be, ev yek hêzê dide jinên Wanî jî."   Ozgokçe, ji bo girtina saziyên jina jî got, armanc qutkirina pêwendiya di navbera jinan de ye û got: "Bi girtina saziyan, dixwazin rêxistinbûyîna me belav bikin û hêviya me kêm bikin."    Ozgokçe, bibîr xist ku ji Tîrmeha 2016'an de li Wanê çalakî hatine qedexekirin û bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê û got: "Em rêxistinên jinan dihatin cem hev du û me plansaziya xwe dikir. Lê niha jinên rastgir, çepgir, tirk û kurd nikarin bên cem hev du û bibêjin ji şidetê re na. Bîrbiriyeke 'terorîstî' tê afirandin û dibêjin 'tu nikarî serî rakî.' Helbet em ê di 25'ê mijdarê de bên cem hev du. Niha li welat bêdengiyek heye, lê helbet wê ev bêdengî wiha dewam neke. Li gelek welatên cîhanê li hemberî îktîdaran çalakî tên kirin. Mesela li Îranê çalakiyên ji bo servekirinê tên kirin. Wê di cihekîd e biteqe."    MA / Ayşe Surme