Ji ber wêneyê Erdogan parve kir ji kar hat derxistin 2019-11-14 09:16:51   ANTALYA - Li Antalyayê Gurkan Çelîk, ji ber ku li ser medyaya civakî wêneyekî montajkirî ku têde Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan destên Fethûllah Gulen maç dike parve kiriye ji karê xwe yê li AEDAŞ'ê hat derxistin. Derbarê Çelîk de bi îdiaya "heqareta li serokomar" doz hat vekirin.    Li Antalyayê, karkerê AEDAŞ'ê Gurkan Çelîk ji ber li ser hesabê xwe yê medayaya civakî wêneyekî montajkirî ku têde Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan destê Fethûllah Gulen maç dike, parve kiriye ji kar hat derxistin û her wiha bi îdiaya "heqareta li serokomar" doz lê hat vekirin.   Wê danişîna ewil di 26'ê Mijdarê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 31'ê ya Antalyayê pêk bê.    Çelîk, ji ber ku ji kar hat derxstin serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.    Çelîk, anî ziman ku parvekirina wî di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye û bi tu awayî tiştekî derhiqûqî di xwe de nahewîne.