Malbata Yeşîlmenê, piştî 4 salan vegeriya bajêr: Bila kiryar bên dîtin 2019-11-14 09:16:11 MÊRDÎN – Di dema qedexeya li Nisêbînê de Selamet Şahîn li hewşa mala xwe hatibû kuştin. Di ser mirina Yeşîlmenê re 4 sal derbas bûn, lê belê hîn jî lêpirsîna hatiye destpêkirin wekî berê ye. Malbata Yeşîlmenê dixwaze kiryar bên dîtin.  Di 13'ê Mijdara 2015'an de li Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di roja 3'yan a qedexeyê de ji wesayîteke zirxî polîsan bi çekê bera dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen a 44 salî dabû. Di ser mirina Yeşîlmenê re 4 sal derbas bûn, lê belê lêpirsîna hat destpêkirin hîn jî wek xwe yê berê ye.    PIŞTÎ 4 SALAN VEGERIYAN BAJÊR    Piştî Selamet Yeşîlmen jiyana xwe ji dest da, malbata wê ji ber qedexeya li bajêr mecbûr mabû ji bajêr derkeve û çûbû li navçeya Hezex a Şirnexê bi cih bûbû. Malbat piştî 4 salan vegeriya bajêr. Gava malbat vegeriya bajêr ji ber xaniyê wan î li Taxa Firatê hatibû rûxandin, mecbûr ma li TOKÎ'yê bi cih bibe.    KURÊ YEŞÎLMENÊ: JI BÎR MIN NAÇE    Fîkret Yeşîlmen, gava ku diya wî tê kuştin hewl dide bi hawariya wê de biçe, lê belêe w jî dibe hedefa fîşekan. Yeşîlmen, wiha behsa wê rojê kir: "Ez li malê bûm. Wê kêliyê diya min got, ez ê biçim nan li tendûrê bixim. Gava ji derî derket bû hefeda fîşekan. Gava dengê diya min hat guhê min, ber bi derve ve bazdam. Wê kêliyê min li kuçeyê wesayîteke zirxî dît. Ji ber wê em nikaribûnd erkevind erve. Diya min li erdê bû, lê wesayîta zirxî hîn jî ber dida. Paşê keya hat. deng ji çekan biriya."    Yeşîlmen, diyar kir ku ji ber birîna hîn jî nikare tiştên giran hilgire û got: "Dilê me dişewite. Ka em bêjin çi." Her wiha Yeşîlmen ji bo TOKÎ'yên li şûna xaniyên wan hatine çêkirin jî anî ziman ku mecbûr mane biçin TOKÎ'yan.    KEÇA YEŞÎLMENÊ: BILA SER NEYÊ GIRTIN   Keç Fîlîz Yeşîlmen jî diyar kir ku piştî diya wê hatiye kuştin barê malê giş ketiye ser milê wê û got: "Bila ser kuştina dayika min neyêg irtin. Kî çi heq dike divê ew ceza bê birîn."      Hevjînê Yeşîlmenê Abdûrrahman Yeşîlmen jî got: "Bavê min wan li ser me bûn. Destên xwe bilind kirin gotin, em sivîl in. Lê belê dîsa jî guh nedan wan. 4 sal şûnde gava em vegeriyan, vê carê hawanek li bînaya me key. Hîn jî derûniya zarokên min xirab e. Ji ber wan nikarim bixebitim, nikarim biçim kar. Hîn jî ditirsin. Li cihekî dengê fîşekekê bê bihîstin, ji cihên xwe dipengizin. Hîn jî tedawî dibin. Keça min Sevcan nikare bi tena serê xwe rakeve. Hîn jî dibêje qey ew roj dewam dikin."    Yeşîlmen, bal kişand ser TOKÎ'yên li şûna xaniyên wan hatine çêkirin jî û got: "Mala me, erseya me çû. Tu ewlehiyek me nemaye. Em bêyî dilê xwe hatin TOKÎ'yê. Jiyana li van xaniyan jiyana hepsê ye. Em bi rihetî nikarinb için çarşiyê. Zarokên me ditirsin. Her roj polîs û wesayîtên zirxî di ber mala me re diçin. Her cara ku zarokên me vana dibînin ditirsin."    XWEST KRIYAR BÊN DÎTIN    Yeşîlmen, destnîşan kir ku sal in lêpirsîn didome û hîn jî doz nehatiye vekirin û xwest kiryar bên dîtin. yeşîlmen, destnîşan kir ku ew ê dev ji doza xwe bernedin.    MA / Ahmet Kanbal