Hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin: "Wê rejîma ditirse bi paşve here 2019-11-14 09:14:47 ŞIRNEX - Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, bilêv kirin ku wê gel careke din bersiva qeyûman bide û gotin: "Ê ku bitrise wê rejîm be."    Duh qeyûm tayînî Şaredariya Hezexê ya HDP'î hat kirin. Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen, derbarê tayînkirina qeyûman de axivîn.    ‘Ê BITIRSE Û PAŞVE BIÇE WÊ REJÎM BE'    Hevşaredar Mûrat Şen, bal kişand ser tayînkirinên qeyûman ên berê û got: "Bi wan destên xwe yên qirêj careke din qeyûm tayînî şaredariyên me kirin." Şen, anî ziman ku xizmeta wwan îktîdar nerihet kiriye û got: "Gel baş dizane ku qeyûm ji bo dizî û rantê hatine. Bi tayînkirina qeyûman careke din derket holê ku hikûmet ji gel ditirse. Lê em ê tim li cem gelê xwe bin. Em serbilind in. Ew ji bo diziyê hatine. Ên bi paş ve biçin û ên bitirsin wê ew bin."    Şen, got: "Polîsek bi tenê jî radibe dibêje 'dewlet ez im.' Halbûkî di demokrasiyan de, li cihên hiqûq lê heye dewlet gel e. Em dixwazin gel xwedî li vîna xwe derkeve. Wê di hilbijartinên bê de gelê Hezexê careke din bersiva wan bide."    ‘HEZEX A ME YE'    Hevşaredar Erden jî anî ziman ku wê teblîxat îmze nekiriye û ew ê qeyûman qebûl nekin. Erden, got: "Vîna gel hat xespkirin. Lê em niha di nav gelê xwe de ne. Em bi gelê xwe serbilind in. A hatiye kirin bêhiqûqîtî ye. Hezex a me ye."