Nerazîbûna hiqûqnasan a ji bo pakêta darazê: MHP û AKP, dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan 2019-11-14 09:14:06 STENBOL – Hiqûqnasan destnîşan kir ku heta daraz nebe darazeke serbixwe, wê tu pakêt nebin cihê çareseriyê û gotin: "AKP û MHP, bi pakêtên derdixin dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan. Dê ev jî ji bo jin û zarokan bibe cihê mexdûriyetên hîn mezintir."  Pakêta ewil a darazê di 24'ê Cotmeha 2019'an de ket meriyetê. Li bendê ye pakêta duyemîn jî berpêşî meclîsê bê kirin. Hevberdevka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Îlknûr Alcan û Parêzer Yekbûn Sevdali pakêta dudyemîn a darazê nirxandin.    ‘PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE'    Alcan, destnîşan kir ku pakêtên hatine amadekirin rewşa pergala edaletê ya Tirkiyeyê nîşan didin û got: "Çimkî darazeke serbixwe tuneye. Ewlehiya hiqûqê tuneye. Dadgehên girêdayî îktîdarê hene. Nexasim jî tê xwestin kesên muxalif bi rêya darazê bên terbiyekirin. Heger hûn li ber îktîdarê rabin, teqez wê derbarê we de lêpirsînek bê destpêkirin û hûn ê bi awayekî bên darizandin û cezakirin. Ji xwe dadgehên îstinafê jî demildest pesend dikin."    Alcan, got: "Heta daraz nebe darazeke serbixwe û heta daraz ev qasî girêdayî îktîdarê be wê ev pakêt nebin cihê çareseriyê. Ev pakêt tenê ser cîlaya hatiye rakirin careke din digirin."    ‘JI BO JINÊ HEPSÎ MALÊ BIKIN'    Alcan, bal kişand ser pakêta duyemîn ku tê payîn berpêşî meclîsê bê kirin û got: "Fikra me ew e ku di warê taciz, tecawiz û sûcên bi vî rengî de bi tu awayî ceza neyê kêmkirin. Di pakêta duyemîn de nafaka jî tê nîqaşkirin. Her wiha dosyeyên şideta derbarê jinê de jî tên nîqaşkirin. Îktîdar di warê nafakayê de hin mexdûrîyetan diafirîne. Bi vî awayî dixwaze jinê hepsî malê bike."    Alcan ji bo guherîna di qanûna înfazê de jî anî ziman ku divê ev guherîn cinayetên jina û tacizê nehewîne û got: "Zilam, bi awayekî hovane jinan qetil dikin û ji bo vê di darazê de tim behaneyek hat dîtin. Sirf ji ber zilam taximê cilan li xwe kiriye cezayê wî hatiye daxistin. Di danişînan de dibêjin 'min pir jê hez dikir min kuşt.' Bi vîa wayî cezayê wan hatin kêmkirin. Yanî li Tirkiyeyê ji bo vê tim û tim hincet tên çêkirin. Îjar heger niha ji bo şideta li ser jinê ceza bê kêmkirin êdî wê rê li ber vê neyê girtin."    ‘WÊ BIBE SEDEMA ENCAMÊN WEHÎM'    Di pakêta duyemîn de tê gotin wê guherîneke wiha bê çêkirin: "Heger di navbera zarok û kesê tecawizkar an jî îstismarkar de 10 sal û zêdetirî deh salan emr hebe û her du bizewicin, wê ceza bê taloqkirin an jî wê di girtîgehê de înfaza wî pêk neyê."Parêzer Yekbûn Sevdali, ji bo vê rewşê got ev tê wateya rewakirina tecawizê û zêdebûna cinayetên jinan. Sevdali, destnîşan kir ku tê nîqaşkirin ku kesên bi zarokên 16 sal nekirine zewicîne û ketine girtîgehê jî wê înfaza wan bê taloqkirin. Sevdali, got: "Dê ev jî ji bo jin û zarokan bibe cihê mexdûriyetên hîn mezintir."