Ji Lubnanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em berxwedanê birêxistin bikin 2019-11-14 09:13:22 STENBOL – Berpirsiyarê Baskên Ciwana yê Beyrûdê yê Partiya Komunîsta a Lubnanê Fassan Bzeîh, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "dagirkeriye" û ev tişt lê zêdekirin: "Em heta dawiyê li pişta têkoşîna li Rojavayê ne. Divê li hemberî dagirkeriyê em bi hev re berxwedanê birêxistin bikin."  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Her wiha nerazîbûn û bertekên ji bo van êrîşan jî didomin. Berpirsiyarê Baskên Ciwana yê Beyrûdê yê Partiya Komunîsta a Lubnanê Mûhammed Fassan Bzeî jî bal kişand ser berxwedana hevpar a gelan.    ‘DAGIRKERÎ YE'    Bzeîh, destnîşan kir ku ew li dijî mudaxileyên bi vî rengî ne û got: "Tişta Tirkiye dike, rasterast dagirkerî ye. Tirkiye v piştgiriyê jî ji DYA û Rûsyayê digire. Dixwazin bi vê dagirkeriyê rêveberiya li wir hatiye avakirin hilweşînin."    ‘EM LI CEM ROJAVAYÊ NE'    Bzeîh, berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got: "Heyetên me bi tespîtên erênî vegeriyan. Me ev tespît tenê ne bi partiyê bi tevahiya gelê Lubnanê re parve kir. Gelê Lubnanê jî têkoşîna li Rojavayê fm kir. Em heta dawiyê li pişta têkoşîna li Rojavyê ne. Mafê vî welatî tuneye ku mudaxileyî gelekî din bike."    LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ RÊXISTINBÛYÎNA BERXWEDANÊ    Bzeîh, anî ziman ku gelê Lubnanê jî bi dagirkeriyên wisa re rû bi rû maye û got: "Dîroka Lubnanê, ligel dagirkriyê, bi têkoşîna li hemberî hêzên serdest û herêmî derbas bûye. Loma Lubnan û Rojava jî di nav de, divê tevgerên demokratîk ên navneteweyî xwe birêxistin bikin. Em hêzên şoreşger û komunîst teqez divê van berxwedanan bi rêxistin bikin. Em partiya komunîst, çi bikeve ser milê me em amade ne."    MA / Erdogan Alayûmat - Tolga Guney