Nasir Yagiz: Rêya yekîtî û azadiya Kurdan Îmralî û Azadiya Ocalan e 2019-11-14 09:12:58 AMED - Endamê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêre Nasir Yagiz ku li diji tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojan ket greva birçîbûnê, bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: "Kurd ji her dem bêtir nêzî Yekîtiyê ne. Em her Kurd destê xwe têxin bin kevir em ê bi ser bikevin. Divê em baş bizanibin û bidin zanîn ku deriyê çareseriyê ne DYA, Rûsya û welatên Ewropa ne. Deriyê çareseriyê Îmralî û azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Heta Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabe."    Endamê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêre Nasir Yagiz ku li avahiya HDP'ê ya Hewlerê li diji tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojan ket greva birçîbûnê, li ser Yekîtiya Neteweya Kurd, sekna partiyên Kurdan, tecrîdkirina Ocalan û çareseriyê nirxandin kir. Nasir Yagiz, anî ziman ku piştî di 9'ê Cotmehê de êrîşên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, nerazîbûna gel di asta herî jor de pêş ket û gel li dijî êrîşan li kolanan e. Yagiz, destnîşan kir ku di milê gel de pirsgirêk tune û wiha got: "Gelê Bakur piştî êrîşan dest pê kir, di her alî de li dijî êrîşan helwest û nerazibûnên xwe diyar dike. Lê di milê PDK'ê de her çend Mesut Barzanî erênî nêzî Yekîtiya Neteweya Kurd bibe jî Neçîrvan Barzanî bêtir li ser berjewendiyên xwe nêzîk dibin. Partiyên din û gel erênî nêzîkî yekîtiyê dibin. Ger ku xebatek baş bê kirin em bêtir nêzî Yekîtiya Neteweya Kurd in. Şandeya Partiya me HDP'ê tê Başûr. Îmam Taşçier ji bo bingeha xebata Yekîtiyê hatiye Başûr. Dîsa KNK'ê ji bo yekîtiyê heyetek şandiye vir."    'EM HEMÛ PARTIYÊN KURDAN DI BIN BANEYA KNK'Ê DE BIBIN YEK'   Yagiz, anî ziman ku li Başurê Kurdistanê, hin rêxistin û partî naxwazin dagirkeriya li ser çar perçeyên Kurdistanê bibînin û wiha axivî: "Naxwazin êrîşê li dijî Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê wekî êrîşê dagirkeriyê bibînin. Dixwazin êrîşan tenê wekî êrîşên li dijî PKK'ê û destkefiyên paradigmaya Birêz Ocalan bibînin. Wekî êrîş li dijî Kurdan pêk nayê dibînin. Em jî wekî Partiyek Kurd (HDP) dixwazin nîşan bidin ku ev êrîş wekî li çar aliyên Kurdan pêk tê ye. Wekî endamekî HDP'ê û wekî kes ez bang dikim ku bi taybetî partiyên li Bakurê Kurdistan PDK, YNK'ê, Hîzbê Zahmetkêşan, Hîzbê Şîî û hemû pariyên çar aliyê Kurdistan di bin sîwana KNK'ê de em li hev kom bibin. Em bi hevre destkeftiyên Kurdistanê û axa Kurdistanê biparêzin."   'ÊRÎŞA LI ROJAVA ÊRÎŞA LI SER HEMÛ GELÊ kURD E'   Yagiz, bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha berdewam kir: "Îro êrîşên li dijî Rojava ango êrîşên li dijî paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê kirin, di heman demê de êrîşa li dijî hemû gelê Kurd tê kirin e. Dema em li paradîgmaya Brêz Ocalan dinerin, azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye. Bi azadiya Kurdistanê re azadiya Rojhilata Navîn û demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Dema em li paradîgmaya  Brêz Ocalan dinerin, azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Têkoşîna Birêz Ocalan ji bo azadiya her çar perçeyên Kurdistanê û demokratikbûna Rojhilata Navîn e. Ne tenê ji bo azadiya perçeyê Tirkiye ango Îranê ye. Ji bo azadiya çar perçeyan û li dijî desthilatdariya hemû dewletên li ser Kurdan e. Ji bo desthiladdariya dewletan a li ser Kurdan bişkîne têdikoşe.  Li dijî desthilatdariya Ruyê cîhanê û Rojhilata Navîn e. Li dijî kapîtalîzmê, têkoşîna demokratîk tê avakirin."     'ÇARESERÎ ÎMRALÎ YE'    Nazir Yagiz, bal kişand ser armanca hêzên desthilatdar û wiha lê zêde kir: "Hêzên desthilatdar û xwîn mij yên naxwazin li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Kurd azad û nava jiyanek demokratîk bijîn, çi dikin? Bêtir dixwazin xwînê birijînin. Bêtir li ser aliyê ol desthilatdariyê pêş dixin. Li ser destkeftiyên Kurdan serdestiya xwe pêş dixin. Em wekî neferekî Kurd dibêjin çareseriya pirgirê Kurd Îmraliyê ye. Çareseriya pirsgirêka çar perçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê disa Îmralî û Brêz Ocalan e. Divê her kes vê yekê baş bizane. Gelê Kurd heta azadiya Brêz Ocalan bi dest nexe, azadiya Bakur, azadiya Rojava, Azadiya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi dest nakeve. Ez bang dikim ku Hîzbê Kurd li çar aliyê Kurdistanê bibin yek. Çalakvanên sivîl, rewşenbir, ronakbir, demokrat û hemû dostên Kurdan li çar aliyê Kurdistanê û cîhan rabin ser piyan. Li diji êrîşên li ser gelê Kurd û bi taybetî li dijî êrîşên li ser Rêberê Gelan rawestin. Em bi hevre tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê Gelan tê meşandin bi hevre têk bibin. Em bi şiklekî aştiyane û aramî bibin dengê Birêz Ocalan. Em felsefeya wî li çar aliyên Kurdistan aktif bikin û pêş bixin. Li dijî pergala modernîteya kapîtalîst em bêtir pergala modernîteya demokratîk bêtir ava bikin û pêş bixin."     'EM ÇIQAS PERGALA OCALAN PÊŞ BIXIN EMÊ BÊTIR NÊZÎ OCALAN BIBIN'    Yagiz, herî dawî bal kişand ser rol û rista Ocalan a ji bo azadiya Kurdistanê û Demokratîkbûna Rojhilata Navîn û wiha bi dawî kir: "Em bêtir li pergala ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliye QSD'ê û PYD'ê ve tê meşandin xwedî derkevin û bêtir pêş bixin. Em çiqas vê pergala demokratîk pêş bixin em ê bêtir nêzî Ocalan bibin. Gelê Kurd û cîhanê çiqas nêzî Birêz Ocalan bibin ew qas nêzî azadiyê dibin. Em çiqas nêzî  Îmraliyê bibin em ew qas nêzî çareseriyê dibin. Divê em ve yekê fam bikin û baş bidin gotin ku deriyê çareseriyê ne deriyê DYA û Rûsya ye. Ne deriyê Dewletên Navneteweyî ne. Deriyê çareseriyê deriyê Îmraliyê ye. Dîsa dengê çareseriyê dengê Birêz Ocalan e. Em bang dikin ku ji niha û şûnde û sala pêş me bibe sala azadî û serkeftina Kurdistanê û demokrasiya nava Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Em bang li hemû gelên Cîhanê dikin ku li şoreşa Rojava û şoreşa çar aliyê Kurdistanê xwedî derkevin. Hêj bêtir dengê Kurdan bilind bikin. Bila dewletên navneteweyi hemû bizanibin ku deriyê çareseriyê deriyê Îmraliyê û Birêz Ocalan e. Bêyî birêz Ocalan ne Kurdistanek azad û ne jî Tirkiyeyek demokratîk pêkan e."    MA - Mehmet Alî Ertaş