ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-14 09:00:01 * Endamê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêre Nasir Yagiz ku li diji tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojan ket greva birçîbûnê, bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: "Kurd ji her dem bêtir nêzî Yekîtiyê ne. Em her Kurd destê xwe têxin bin kevir em ê bi ser bikevin. Divê em baş bizanibin û bidin zanîn ku deriyê çareseriyê ne DYA, Rûsya û welatên Ewropa ne. Deriyê çareseriyê Îmralî û azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Heta Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabe." * Berpirsiyarê Baskên Ciwana yê Beyrûdê yê Partiya Komunîsta a Lubnanê Fassan Bzeîh, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "dagirkeriye" û ev tişt lê zêdekirin: "Em heta dawiyê li pişta têkoşîna li Rojavayê ne. Divê li hemberî dagirkeriyê em bi hev re berxwedanê birêxistin bikin."    * Hiqûqnasan destnîşan kir ku heta daraz nebe darazeke serbixwe, wê tu pakêt nebin cihê çareseriyê û gotin: "AKP û MHP, bi pakêtên derdixin dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan. Dê ev jî ji bo jin û zarokan bibe cihê mexdûriyetên hîn mezintir."    * Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, bilêv kirin ku wê gel careke din bersiva qeyûman bide û gotin: "Ê ku bitrise wê rejîm be."    * Di dema qedexeya li Nisêbînê de Selamet Şahîn li hewşa mala xwe hatibû kuştin. Di ser mirina Yeşîlmenê re 4 sal derbas bûn, lê belê hîn jî lêpirsîna hatiye destpêkirin wekî berê ye. Malbata Yeşîlmenê dixwaze kiryar bên dîtin.    * Li Antalyayê Gurkan Çelîk, ji ber ku li ser medyaya civakî wêneyekî montajkirî ku têde Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan destên Fethûllah Gulen maç dike parve kiriye ji karê xwe yê li AEDAŞ'ê hat derxistin. Derbarê Çelîk de bi îdiaya "heqareta li serokomar" doz hat vekirin.    * Avakara VAKAD'ê ku bi KHK'ê hat girtin Zozan Ozgokçe, girtina saziyan, polîtîkayên qeyûman û qedexekirina çalakiyan a li bajêr nirxandin. Ozgokçe, got: "Êdî jin xwe ewle hîs nakin. Destkeftiyên me ji dest me stendin û 50 salan welat bi paş ve birin. Helbet wê ev bêdengî wiha dewam neke."    * Ji ber bihabûna gaza xwezayî li Wanê welatiyan berê xwe da sobevanan û gotin, ji ber nikarin komirê jî bikirin ew ê zivistanê êzingan û sergînan bişewitînin.    * Li Edeneyê, polîsan avêtibû ser pîrozbahiya salvegera 25'an a Rojnameya Atilimê û tevî Kovara Ozgur Gençlîkê hejmara dawî ya rojnameyê jî berhev kiribûn. Lê belê piştî derket holê biryarek wiha tuneye, vê carê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hejmara dawî hat berhevkirin.    * Danişîna doza  Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat dê li 31'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Bakirkoyê bê dîtin. (09.30)    *  Danişîna doza ku Hevserokê HDP'ê yê berê Selahatin Demirtaş muştekî ye û Rojnameger Omer Turan bersûc e dê li 41'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê bê dîtin. (09.50)   * 1'emîn darnişîna doza endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê ku girtî tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * 4'emîn Danişîna doza xebatkarên TV10'ê Kemal Demîr û Kemal Karagoz  dê li 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.45)    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê, dê têkildarî tayînkirina qeyûmên Şaredariyên HDP'ê li Kuçeya Hunerê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Antalyayê dê li dijî zextên li ser endamên meclîsa ciwanan li avahiya HDP'ê ya Antalyayê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)    *  TJA dê têkildardî panela di 15'ê Mijdarê de ku der barê Roja 25'ê Mijdarê li dar bixin li Wanê buroşuran belav bikin. (13.00)