Li Fermandariya Tûgayê ya Zirxî ya 20'emîn a Rihayê teqîneke mezin pêk hat 2019-11-14 00:25:18   RIHA – Li Fermandariya Tûgayê ya Zirxî ya 20'emîn li ser hev du 2 teqînên mezin pêk hat. Sedema teqînê nehat hînbûn.    Li Li Fermandariya Tûgayê ya Zirxî ya 20'emîn li ser hev du 2 teqînên mezin pêk hat. Teqîn li tevahiya bajêr hat hîskirin. Ji ber teqîna ku sedema wê nehat hînbûn rêya li ber Şaredariya Halîliyeyê ji çûnhatinê re hat girtin.    Walîtiya Rihayê derbarê teqînê de daxuyaniyek da û ragihand ku 14 personel birîndar bûne.    Wezareta Parastinê ya Neteweyî jî daxuyand ku teqîn saet di 22:50'yî de pêk hatiye û personelên birûndar bûne rakirine nexweşxaneyê.