Şîna malbata Atîk û Kaçan piştî 3 rojan bi dawî bû 2019-11-13 17:59:10   AMED - Şîna Malbata endamê QSD'ê Cîhan Atîk (Bahoz Amed) endama QSD'ê Zeynep Kaçan (Rêwan Çinar) ên li Rojava di şer de jiyana xwe ji dest dan piştî 3 rojan bi dawî bû.      Endamê QSD'ê Cîhan Atîk (Bahoz Amed), di 4'ê Mijdarê de li Tiltemirê di êrîşa Tirkiye ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  jiyana xwe ji dest da. Endama QSD'ê Zeynep Kaçan (Rêwan Çinar) jî di 9'ê Mijdarê de li Gundê Çelebiyê yê Eyn Îsayê di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da. Piştî QSD'ê navê wan aşkere kir, malbata Cîhan Atîk, li Taxa Muradiye, malbata Zeynep Kaçan (Rêwan Çinar) jî li Taxa Bagcilar ya navçeya Rezanê ya Amedê şîn danîn. Malbatan piştî şîna 3 rojan îro bi mewludê şîna zarokên xwe bi dawî kirin. Di şînê de Rêveberên HDP, MEBYA-DER'ê û TUAY-DER'ê û gelek welatiyan mala şînê ziyaret kir û sersaxî ji malbatan re xwest.