Jinên HDP'î ku hatibûn binavçavkirin hatin berdan 2019-11-13 16:50:26   ÊLIH - Jinên HDP'î ku li Êlihê xwestibûn bi daxuyaniyeke çapameniyê balê bikişînin ser cînayetên jinan hatibûn binçavkirin, hatin berdan.     Li Êlihê, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê ku îro serê sibehê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê de xwestin bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal bikişînin ser cînayetên jinan, ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin.    Polisan, Cîgira Hevseroka HDP'ê ya Bajar Gulcemal Erdînç jî di nav de 11 jinên hatin binçav kirin, birin Miduriyeta Polisan a Êlihê. Polisan jinan bi muxalefeta Qanûna Meş, Pêşandan û Civînan sûcdar kir.     Jinên ku mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn, bi fermana dozgeriyê hatin berdan.