Mazlum Abdî: Êrîşên Tirkiye ji DAIŞ'ê re bûn hêvî 2019-11-13 16:26:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî ye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî, roportaj da Kanala Îngîlîz ya Sky Newsê û diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê re dibin hevî û wiha got: "Ji ber êrîşên Tirkiyeyê û bêdengiya welatên Rojava dibe ku çepera êrişên DAIŞ'ê fireh bibin." Êrîşên Tirkiyeyê yên di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 36'an de berdewam dike. Li gel ku DYA û Rûsya bi Tirkiyeyê re mutabakat îlan kiribûn jî dîsa Tirkiye bi destê TSK û MSO/OSO êrîşî Serêkaniyê, Girê Spî û gelek herêmên din dike. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan îro çû Washington û dê bi Serokê DYA'yê Donal Trump re hevdîtin bike. Dê li ser geşedanên li herêmê bi axivin. Di vê pêvajoyê de Fermandarê Giştî ye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî roportaj da Kanala Îngîlîz ya Sky Newsê bû û nirxandin kirin. Ebdî, anî ziman ku êrîşên Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê re dibin hevî û wiha got: "Ji ber êrîşên Tirkiyeyê û bêdengiya welatên Rojava dibe ku çepera êrişên DAIŞ'ê fireh bibin. Abdi, ji ber ketina Tirkiye ya Sûriyeyê û welatên Ewropa yên endamê DAIŞ'ê naxwazin welatên Rojava hişyar kir û got: "Dibe erîşên DAIŞ'ê belav bibin. Êrîşên li dijî Arena Manchesterê û salona konserê ya Paris Bataclanê mînaka vê yekê ye.    Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê DAİŞ ji nûve bi hur kir. Êrîşên Tirkiyeyê ji bo vê yekê bû hêvî. Delînên vê yekê di destê me de hene. Ne DAİŞ'ê, endamên El Nusra û El Kaide yên berê di sala 2013-14'an de bi artêşa me re şer kir. Komên cîhatkar di şerê navxweyî yên li Sûriyeyê de li herêmê çalak bûn. Di destê me de vîdeo û delîlên ku gelek endamên van koman ên bi tirkiyeyê re dixebitin hene.  Ji ber êrîşên Tirkiyeyê 5 hezar DAIŞ'ê di destê me de ne pêkan e em wan di destê xwe de bigirin. Ye 2 rê dan pêş wan. Me got an hûn dê giryan bibin welatê xwe û li dadgehên xwe darizînin, an jî li vir dadgehek navneteweyî ava bikin. Ji ber ku em nikaribû heta dawî wan li vir bigirin. Lê piştre li herêmê hevsengî hat guhertin. Rewşa van girtiyan di pêşerojê de çi bibe em nizanin. Ev girtî ji bo welatên din jî talûke ne."