Leşkeran destûr neda ku jin li Stewrê bên gel hev 2019-11-13 15:31:38   MÊRDÎN - Leşkeran, li Stewrê bernameya jinan a ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê asteng kir.    Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê de xwest li gundê Ewina yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê bernameyek li dar bixin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu jî di nav de gelek jin ji bo bernameyê li gund Ewina hatin gel hev. Leşkeran, li gund jinan dorpêç kir û bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Qaymeqamiya Stewrê destûr nedan ku jin bernameya xwe li dar bixin.    Parlamenter Gunay bertek nîşanî leşkeran da û diyar kir ku qedexeya qaymeqamiyê çalakiya jinan nahewîne nava xwe. Li ser vê yekê rayedarekî leşkerî ev bersiv da Gunay: "Bi ser min de neqîr in. Dengê xwe bilind nekin û bûyerê proveqe nekin." Li ser vê yekê Gunay ji rayedar ev tişt got: "Esil hûn hewl didin proveqe bikin. Çawa bernameya jinan tê astengkirin? Hatina gel hev a parlamenter û gel nayê astengkirin. Ez ji te re propaganda nakim."    Leşkeran hem bernameya jinan asteng kir hem jî asteng kir ku jin belavokan li esnafên gund belav bikin.