Jinan li Enqereyê starta 25’ê Mijdarê dan 2019-11-13 15:18:34 ENQERE – Jinan li Enqereyê têkildarî 25’ê Mijdarê belavokan belav kir û jinan vexwendin çalakiyên 25’ê Mijdarê. Endamên Platforma Jinan a Enqereyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya ser Jinê de belavok belav kirin. Jin li ber Şaredariya Çankaya kom bûn û heta Meydana Kizilayê belavok belav kirin û jinan vexwendin çalakiyên 25’ê Mijdarê.    Jinan dema belavokan belav dikirin dirûşma “Em di 25’ê Mijdarê de li qadan e” berz kirin. Di belavokan de jinan balê kişandiye şideta li ser jinan, êrişên li ser destkeftiyên jinan û têkoşîna jinan.    Jinan destnîşan kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de saet di 18.00an de l ili ber Şaredariya Çankaya bicivin.