Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê zarokên li Sînemaya Amûdê bibîr anîn 2019-11-13 14:55:13 HELEB - Komîteya Perwereya Civaka Demokratîk, bi daxuyaniyekê zarokên di komkujiya Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn.  Di 13'ê Mijdara 1960`an de agir bi Sînemaya Amûdê (Sînemaya Şehrezad) ket. Dema zarokan li fîlmê Şebeh Muntesef El-Leyl "Cinê Nîvê Şevê" temaşe dikir, agir bi sîmemayeê ket û di şewatê de zêdetirî 250 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Komîteya Perwereya Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê zarokên di komkujiya Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Daxuyanî li Dibistana Alan Mihemed a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dan çapemeniyê. Bi sedan xwendekar tev li xwendina daxuyaniyê bûn.  Xwendekaran wêneyên zarokên di êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û pankartên "Em pêşeroj in, ji mafê me ye em bijîn", "Zarokan nekujin", "Hêviyên zarokan neşewitînin" hildan. Endama komîteyê Sewsen Nasan bi Kurdî û Sozan Seydo jî bi erebî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Komkujiya Sînemaya Amûdê ku di encama wê de bi sedan zarokan jiyana xwe ji dest dan şermezar kirin û zarokên jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku  dîrok xwe dubare dike bi rêya êrişên hovane yên li dijî zarokan, armanca wan e ku hêvî û xewnên zarokan bikujin.   Di dawiyê de bi navê dibistanên Şêxmeqsûdê banga rawestandina êrişên Tirkiyeyê hat kirin û banga hesabxwestina ji her kesê ku sûcan li dijî zarokan pêk tîne, hat kirin.   Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana gelê Rojava bi dawî bû.