Li Amedê rêxistinên jinan ji 25’ê Mijdarê re amadene 2019-11-12 09:48:28   AMED - Rêxistinên jinan ên li Amedê amadekariyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê temam kirin. Rêxistinên jinan wê Rapora Tundiyê ya Tirkiyeyê aşkere bikin, komxebatekê pêk bînin û şeva 25’ê Mijdarê meşekê li dar bixin.  Jin, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê çalakiyên cur be cur li dar dixin. Li Amedê, Komeleya Jinan a Rosa, Tora  Tundiyê, Platforma Jinan a Dîcle Amed, Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek saziyên jinan bernameyên xwe yên 25’ê Mijdarê aşkere kirin. Rêxistinên jinan li gorê vê yekê, wê di 22’yê Mijdarê de, Rapora Tundiyê ya 4 mehan a li tevahiya Tirkiyeyê aşkere bikin û di 23’yê Mijdarê de jî komxebatekê têkildarî tundiya li dijî jinê li dar bixin. Jin herî dawî wê, di şeva 25’ê Mijdarê de bi tevlîbûna hemû saziyên jinan meşekê li dar bixin.    ‘DI NAVA DU MEHAN DE 76 JIN HATIN QETILKIRIN’   Endama Komeleya Jinan a Rosa Sûzan Îşbîlen, debarê bernameya 25’ê Mijdarê û amadekariyên wê de axivî û wiha got: “Li Tirkiyeyê tenê di meha Îlonê de 40 jin û di meha Cotmehê de 36 jin hatin qetilkirin. Ger em jin xwe bi rêxistin bikin, emê karibin pêşiya van komkujî û tundiyan bigirin. Di meha Mijdarê de emê carek din bêjin ji cînayetên jinan re ‘Êdî bese.’”    RÊXISTINBÛYÎN    Îşbîlen, diyar kir ku ewê li Amedê bi gelek saziyên jinan re tevbigerin û wiha bilêv kir: “Di 22’yê Mijdarê de emê Rapora Tundiyê ya 4 mehan a li tevahiya Tirkiyeyê aşkere bikin. Di 23’yê Mijdarê de jî emê komxebatekê têkildarî tundiya li dijî jinê li dar bixin. Emê di şeva 25’ê Mijdarê de bi tevlîbûna hemû saziyên jinan meşekê li dar bixin. Tundiya li dijî jinê ne qedere. Ji bo ku tundiya li dijî jinê ji holê rebe em amadene bi her awayî bi jinan re tevbigerin û piştevahiya xwe xurt bikin.”    POLÎTÎKAYÊN CEZA NE KIRINÊ    Îşbîlen, bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên li dijî jinê û wiha dewam kir: “Di desthilatdariya AKP’ê de tundiya li dijî jinê û komkujiyên jinan zêdetir bûn. Desthilatdarî bi gotinên xwe jinan dike hedef. Ev jî hêz û cesaretê dide zilam. Sedemeke din a komkujiyên jinan zêde dike polîtîkayên ceza ne kirinê ye. Desthilatdarî ji bo ku Hevpeymana Stenbolê binpê bike her tiştî dike. Lê çi dibe bila bibe em jin emê dest ji mafên xwe bernedin.”