Serokê SUDEF’ê Turker: Qet nebe hurmetê nîşanî miriyan bidin 2019-11-12 09:23:54 MÊRDÎN – Serokê SUDEF’ê Evgîl Turker bertek nîşanî park û salona dawetê ya li ser goristana ermenan a li Kerboranê çêkirine da û diyar kir ku dixwazin şopa suryanan tune bikin û got: “Qet nebe bila hurmetê nîşanî miriyan bidin.”  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin demek beriya niha li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê li qada Dêra Dayika Meryem, Dêra Kapuçîn, gorêên xirîstiyanan û misilmanan lê hene xebata binesazî û otoparkê da destpêkirin. Her wiha bi hevkariya Şaredariya Kerboranê ya AKP’yî û Ajansa Pêşketina Dîcle (DÎKA) li navçeya Kerboranê li ser gorên aîdî suryan û ermenan di bin navê “Baxçeyê Milet” de park û salona dawetê çêkir.    ‘BI ZANEBÛN WISA DIKIN’    Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF) Evgîl Turker bertek nîşanî bêhurmetiya li hember goristanê da.   Turker anî ziman ku bi zanebûn û sîstematîk pêk tînin û tiştên diqewimin tenê ne li Artûklû û Kerboranê pêk tên li gelek deverên din jî pêk tê. Turker bi bîr xist ku di salên 1990’an de jî li ser goristana suryanan avahî hatin çêkirin û got: “Ev sepanek ji sed salî bêtir e didome. Cihê herî zêde were parastin goristan in. Lê nayê parastin. Qet nebe bila hurmetê nîşanî miriyan bidin. Em wek federasyon vê rewşê şermezar dikin. Ji bo vê yekê jî em ê di warê hiqûqî de tiştên pêwîst bidin destpêkirin.”    'DIXWAZIN ŞOPA SURYANIYAN PAQIJ BIKIN’    Turker da zanîn ku tiştên tên kirin li gel ranta aborî tunekirina dîroka gelekî ye û got: “Rayedar ji vê rewşê re çavên xwe digirin. Hêdî hêdî dixwazin şopa suryanan ji herêmê tune bikin û paqij bikin. Ev nayê qebûlkirin. Di navbera gelan de tu pirsgirêk tune ye. Lê gelan tînin hember hev û wan dikin dijminên hev. Dewlet, şaredarî û erkdarên siyasetê divê li hember mal û milkên suryanan bi hurmet bin.”