Wekîlê CHP'î Şeker: Sûcên şerî wê derkevin pêşberî Tirkiyeyê 2019-11-12 09:23:37 STENBOL - Parlementerê CHP'ê Alî Şeker, anî ziman ku sûcên şerî yên "Artêşa Milî ya Sûriyeyê" ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dike, wê di pêşerojê de derkevin pêşberî Tirkiyeyê û got: "Bi van operasyonan re berpirsiyariyên van koman ketine bin berpirsiyariya Tirkiyeyê."    Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker, qeyûmên tên tayînkirin, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên şerî yên tên kirin nirxandin.    'DEMOKRASIYÊ HEZM NAKE'    Şeker, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman "darbeya li ser demokrasiyê" ye û got: "Ev jî tê wateya ku AKP, demokrasiyê hezm nake." Şeker, ji bo helwesta CHP'ê ya li hemberî qeyûman jî got: "Qeyûm, darbeya li çarhawirdorê Tirkiyeyê ye. Em CHP, nerazîbûna xwe ya ji bo vê nîşan didin. AKP, tayînkirina qeyûman kiriye helwesteke siyasî. Em vê yekê qebûl nakin."    ‘WÊ SÛCÊN KU 'ARTÊŞA MILÎ YA SÛRIYEYÊ' DIKE DERKEVIN PÊŞBERÎ TIRKIYEYÊ'    Şeker, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got, liv û tevgera Tirkiyeyê ya ligel 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' nayê qebûlkirin. Şeker, destnîşan kir ku sûcên şerî yên 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' dike derkevin pêşberî Tirkiyeyê û got: "Bi van operasyonan re berpirsiyariyên van koman ketine bin berpirsiyariya Tirkiyeyê. Nexasim wê çalakiyên li ser sivîlan dikin wê serê Tirkiyeyê pir biêşîne. Ev komên ku bi awayekî nemesûl tev digerin, divê bi nebin muxatabê artêşa Komara Tirkiyeyê. Operasyon, nayê qebûlkirin."    Şeker, destnîşan kir ku çareserkirina krîza li Sûriyeyê bi rêyên aştiyane pêkan e û got, divê Tirkiyeyê bi rêveberiya heyî ya Sûriyeyê re rasterast diyalogê çê bike.    ‘NEQEBÛLKIRINA AGIRBESTÊ ŞER E'    Şeker, ji bo agirbestên hatine ragihandin jî got: "Dibêjin ev ne şer e, operasyon e. Lê ne di operasyonan de, di şeran de agirbest tên ragihandin. Heger Tirkiye agirbestekê qebûl bike, ev tê wateya ku şer jî qebûl dike. Ji xwe wezîran jî gotibû, 'em dikevin şer.'"    Her wiha Şeker, ji bo helwesta CHP'ê ya derbarê qebûlkirina tezkereyê de jî got: "Di nav partiyê de rexneyên diviya bihatan kirin hatin kirin. Operasyona hat destpêkirin li hemberî îtifaqa civakiyî bû. Ji bo desteka HDP'ê ya di hilbijartina herêmî de bê astengkirin ev operasyon manîpulasiyonek e. Ez wiha dinirxînim. Divê em xwe rexne bikin û divê ev yekîtî bidome."