Li Artûklûyê plana nû ya ji bo îmar û revîzyonê: Tê gotin bi tayînkirina qeyûm gef hatiye xwarin 2019-11-12 09:23:16 MÊRDÎN – Li Artûklûyê, bi dengên endamên AKP'î erka plana îmar û revîzyonê ji Meclîsa Şaredariyê hat girtin û dewrî Şaredar Abdulkadîr Tûtaşi hat kirin.  Meha borî Midûriyeta Îmarê ya Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î, bi îdiaya "pêdivî" heye xwest erka plana îmar û revîzyonê dewrî şaredar bê kirin. Di civîna Meclîsa Şaredariyê de endamên meclîsê yên HDP'î li dijî vê biryarê derketin, lê belê endamên AKP'î qebûl kirin û erk dewrî Şaredar Abdulkadîr Tûtaşi hat kirin.    'JI BO RANTÊ YE'    Endamê Komîsyona Îmarê Abdulkerîm Sayalgi yê HDP'î, ji bo vê yekê got: "Berdewamiya polîtîkayên îmarê ye ku berê AKP'ê bi awayekî nelirê pêk anî bûn." Sayalgi, destnîşan kir ku ji ber "revîzyonên îmarê yê nehewce" li bajêr plana revîzyonê ya navbirî tevahiya bajêr eleqedar dike û got: "Di pêşnûmayê de behsa planeke qismî nayê kirin. Bereksê vî behsa revîzyoneke ku dê li tevahiya bajêr bê kirin tê kirin. Bi vî awayî dixwazin tevahiya bajêr bidin ber îmarê."    Sayalgi, got: "Pêdiviya bajêr pê tune, lê dixwazin qadên nû bixin ber îmarê. Ev ji bo rantê hatiye kirin. Wê bi yekê re li Artûklûyê bajarsaziyeke ecêb derkeve holê."    Sayalgi, da zanîn ku ji ber vê mijarê nîqaşên mezin çê bûne û got, Koma Meclîsê ya AKP'ê jî heta kêliya dawî ev pêşnûme qebûl nekiriye, lê belê ji bo bê qebûlkirin zexteke mezin li ser Şaredarê AKP'î Tûtaşi hatiye çêkirin. Sayalgi, anî ziman ku ji bo vê pêşnûmayê hatiye gotin wê Tûtaşi îstifa bike û paşê hatiye gotin wê qeyûm bê tayînkirin. Sayalgi, got: "AKP'î heta dawiyê jî li ser qerara xwe ya ji bo redkirinê bûn. Lê belê di kêliya dawî de fikrên xwe guherandin. Em bawer nakin ev pêşnûma fikra Şaredariya Artûklûyê be. Em di wê qenaetê de ne ku hêzek ji derve zorê dide."    MA / Ahmet Kanbal