Firoşkar pir in, lê kiryar nînin 2019-11-12 09:21:56 WAN - Welatiyên berê xwe dan Bazara Wesayîtan a Tûşbayê, ji ber krîza abor, bihabûna sotemeniyê, zemên ji bo sîgorte û kaskoyê hatine kirin wesayîtên xwe difiroşin. Welatiyan, got: "Ên difiroşin pir in, lê yên bikirin tunene."  Li Wanê, welatiyên ji ber krîza aborî, bihabûna sotemeniyê, zemên ji bo kasko û sîgorteyê hatine kirin berê xwe dan Bazara Wesayîtan a Tûşbayê, ji bp wesayîtên xwe bifiroşin ketin dorê. Welatiyan, got: "Ên difiroşin pir in, lê ên dikirin tunene."    Ferdî Koç ku 16 sal in karê neqliyeyê dike, anî ziman ku ji ber krîzê û bihabûnê mecbûr maye wesayîta xwe bifiroşe. Koç, got: "Kar tune, bazirganî nemaye. Baca wesayîtê, zemên tên kirin ji bo kesekî wekî min zêde ye. Ji ber min hew karibû mecbûr mam wesayîta xwe bifiroşim."    JI SEDÎ 90'Ê WEsAYÎTAN ÊN BAZIRGANIYÊ NE    Omer Dûman anî ziman ku zêdetirî mehekê ye her şemî tê bazara wesayîtan û got: "Ji ber betalî û bihabûna ji mecbûrî ez ê wesayîta xwe bifiroşim. Lê kes nakire. Ên difirşin pir in, lê ên bikirin tunene. Ji ber bihabûna sotemeniy kes nikare êdî di bin mesrefê wesayîtan re rabe. Ji ber krîza aborî û betaliyê mirov wesayîtên xwe difiroşin. Ji sedî 80-90'ê wesayîtan ên bazirganiyê ne. Ji ber bihabûna heqê sîgorte, kaskoyê mirov perşîan bûne. Sedema vê krîza aborî ye."    HER HEFTE DIÇE BAZARA WESAYÎTAN    Ahmet Aktay jî destnîşan kir ku ji ber bihabûnê êdî nikare wesayîta xwe bişoxulîne û got: "Karkerê înşeatê me, lê ji ber sektora înşeatê jî nemaye betal im. Ji ber krîza aborî û bihabûnê, ji ber bihabûna sîgorte û sotemeniyê ji mecbûrî ez ê wesayîta xwe bifiroşim. Berê gava kesî wesayîtek dianî vira heta êvarî dihat firotin. Lê niha di mirov 3-4 meh in her hefta wesayîta xwe tînin lê kes nakire. Sedem; bêperetî, zem, betalî."    Onder Karahan ku hewl dide wesayîta xwe bifiroşe, got: "Ma kî dixwaze wesayîta xwe bifiroşe? Ji mecbûrî difiroşim. Ji ber zeman û bihabûnê. Perê ku bi vê wesayîtê qezenc dikim heqê mesrefê xwe dernaxe. Em nikarin debara xwe bikin. Piyase sekiniye, mirov nikarin tiştekî bikirin."