Genimê 9 hezar sal berê diçîne 2019-11-12 09:20:32 QERS - Li gundê Esenyayla yê Akyakayê, Semaha Hangul a 58 salî hîn jî genimê ku herî kêm xwedî dîrokeke 9 hezar salî ye diçîne. Tenê armanceke Hangulê heye, ew jî tevî hin jinan kooperatîfekê ava bike.  Li gundê Esenyayla yê navçeya Akyaka ya Qersê Semaha Hangul a 58 salî genimê bi navê Kavilca yê herî kêm xwedî dîrokeke 9 hezar salî ye diçîne. Hangul, vî genimê ku ji hêla vîtamîn û mîneralan dewlemend e, di biharê de diçîne û piştî çandinê 3 mehan paleyiya wê dike. Lê belê pirsgirêka ku Hangulê pê re rû bi rû dimîne, ew e ku ji bo firotina vî genimî bazar û piyase tuneye.    Hangul, piştî teqawid dibe tê gundê xwe û dest bi xwedîkirina qazan û çandiniyê dike. Hangul, 5 sal in çandiniyê dike û niha ji celebên genimê yê herî kevnar Kavilca diçîne. Hangul, diyar kir ku li 47 donim erdî 800 kîlo genimê Kavilca reşandiye û 7 ton genim bi dest xistiye. Hangul, got: "Berdar e. Îsal bereketa wê zêde bû. Lê belê derek tuneye em lê bifiroşin. Ji ber vê di destê me de maye. Ancax bi kîloyan dikarim bifiroşim."    'TOVÊ WÊ PIR NAYÊ PEYDAKIRIN'    Hangul, got: "Berê li gunda arvanê nan ê genimê Kavilca bû. Kal û pîrên me çê dikirin. Berê li Qersê her kesî diçand. Lê niha kes naçîne. Ji xwe tovê wê jî pir nayê peydakirin. Hema bêje nemaye. Ji ber vê min dest bi çandiniya wê kir."    Her wiha Hangul, da zanîn ku Kavilca li ber sermê genimekî li ber xwe dide û got: "Kavilca, duber e, cêwî ye. Qalikê wê pir in û bi rihetî dikare xwe biparêze. Genimê niha hemû GDO'yî ne. Kavilca, genimekî ku zêde avê dixwe. Çandina wê rihet e. Çimkî ev ax, axa wê ye."    DIXWAZE KOOPERATÎFEKÊ AVA BIKE    Hangul, anî ziman ku dixwaze kooperatîfeke jina ava bike û got: "Gava min dest bi vî karî kir, pir jin ji bajêr hatin xwestin hîn bibin. Dixwazim ji bo jinan bibim mînak. Armanca min a mezin, avakirina kooperatîfeke jina ye da em jin karibin berê xwe bifiroşin."    MA / Dîndar Karataş