Lêpirsîna derbarê kuştina şivan Sertîp Şen hîn jî temam nebûye 2019-11-12 09:18:40 COLEMÊRG – Li Geverê, eskeran şivan Sertîp Şen kuştibûn. Piştî mirina Şen lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê 6 meh in hîn temam nebûye. Bav Cîmşît Şen, got: "Heger hiqûq hebe, wê tiştên li kurê min hatine kirin bê ceza nemînin."    Di 2'yê Gulana 2019'an de li mezrika Wargenima ya Gevera Colemêrgê, gava şivan Sertîp Şen heywanê xwe diçêrand eskeran ew gulebaran kiribû. Şen ê 46 salî birîndar bûbû û wî rakiribûn nexweşxaneyê Şen, di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Şen rapora otopsiyê hatibû amadekirin û di raporê de hatibû gotin ku gule li nêzî dilê Şen ketiye û ji ber vê guleyê miriye.    Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Geverê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsînê de derketibû holê ku fîşek ji çeka eskerê bipeyman H.A. derketiye û yê ku berdaye jî Çawîşê Pirspor M.T. bûye. Li ser vê M.T. hatibû binçavkirin, lê belê piştî îfadeya li Dadgeha Cezayê Sulhê bi şertê kontrolkirina edlî hatibû berdan.    6 MEH IN LÊPIRSÎN TEMAM NEBÛYE   Eskerê bû sedema mirina şivan Şen hat berdan, lê belê lêpirsîna hat destpêkirin 6 meh in didome. Ji bo vê parêzerê malbatê Ramaan Kûrt, li Serdozgeriya Komarê ya Geverê giliyê leşkeran kar. Kûrt, di daxwaznameya xwe de destnîşan kir ku gava gundî pê dihesin gazî ambulansê dikin, lê belê esker nahêlin ambulans biçe cihê bûyerê û çend saet şûnde Şen li ambulansê tê siwarkirin û gava wî dibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.    Her wiha parêzer Kûrt, di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku esker şivan Şen hedef girtiye û berdaye û gotiye, îfadeya gumanbar ne rast e. Kûrt, di daxwaznameyê de xwest derbarê eskeran de bi sûcê "kuştina bi qesdî" lêpirsîn bê destpêkirin.    BAV ŞEN: HEGER HIQÛQ HEBE WÊ TIŞTÊN LI KURÊ MIN HATINE KIRIN BÊ CEZA NEMÎNIN    Bav Cîmşît Şen, anî ziman ku wan gilî kiriye lê belê hîn jî îfadeya wan nehatiye girtin. Bav Şen, got: "Kurê min şivan bû, hat kuştin. Em hesabê vê yekê ji dewletê dixwazin. Zarokên wî hene, hevjîna wî heye. Divê ahê vana bê ceza nemîne. Dozger, ji bo îfadeyê gazî min û bûka min kir. Me îfade da. Me gilî kir, lê belê tiştek jî jê derneketiye. Em malbat bi alîkariyan debara xwe dikin. Em perîşan in. Heger hiqûq hebe wê tiştên li kurê min hatin kirin bê ceza nemînin. Qereqola li gund bi xwe jî dibêje, tu sûcê kurê min tuneye."    MA / Adnan Bîlen