ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-12 09:00:02 * Li Geverê, eskeran şivan Sertîp Şen kuştibûn. Piştî mirina Şen lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê 6 meh in hîn temam nebûye. Bav Cîmşît Şen, got: "Heger hiqûq hebe, wê tiştên li kurê min hatine kirin bê ceza nemînin."  * Li gundê Esenyayla yê Akyakayê, Semaha Hangul a 58 salî hîn jî genimê ku herî kêm xwedî dîrokeke 9 hezar salî ye diçîne. Tenê armanceke Hangulê heye, ew jî tevî hin jinan kooperatîfekê ava bike.    * Kurdên Xorasanê bi navê "Milwarî" pêşbirkeke wêjeyê li dar dixin. Tê payîn ku ji parçeyên Kurdistanê kurd serî li vê pêşbirkê bidin.    * Piştî çend salan berdewama hevpeyvîna ku di sala 1982'yan de bi Yilmaz Guney re hatibû kirin derket holê. Berdewama hevpeyvînê di nav arşîva produktorê belgefîlman Suleyman Ozdemîr de ye. Guney, di berdewamiya heypeyvîna xwe de fîlmê xwe yê bi navê "Yol" (Rê), pirsgirêka kurd û jina dinirxîne.    * Welatiyên berê xwe dan Bazara Wesayîtan a Tûşbayê, ji ber krîza abor, bihabûna sotemeniyê, zemên ji bo sîgorte û kaskoyê hatine kirin wesayîtên xwe difiroşin. Welatiyan, got: "Ên difiroşin pir in, lê yên bikirin tunene."    * Li gundê Kizilcakoy ê Efelerê jinên ku 15 meh in li dijî JES'an têdikoşin, gotin bi santralan çavkaniya wan a debarê çandinî hatiye tunekirin. Jinan, got: "JES, tenê ne meseleya Aydinê, meseleta Tirkiyeyê hemû ye."   * Li Artûklûyê, bi dengên endamên AKP'î erka plana îmar û revîzyonê ji Meclîsa Şaredariyê hat girtin û dewrî Şaredar Abdulkadîr Tûtaşi hat kirin.    * Serokê SUDEF’ê Evgîl Turker bertek nîşanî park û salona dawetê ya li ser goristana ermenan a li Kerboranê çêkirine da û diyar kir ku dixwazin şopa suryanan tune bikin û got: “Qet nebe bila hurmetê nîşanî miriyan bidin.”    * Danişina doza Rojnameger Kîbriye Evren dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin (09.00)    * Partiyên komên wan li meclîsê hene dê civînên partiyên xwe li dar bixin û geşedanên hefteyê binirxinin. (09.45-13.30)   * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê dê rapora îhalên mafên mirovan ên li Girtîgehên Herêma Egeyê bi daxuyaniya çapemeniyê aşkere bikin. (11.00)   * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, dê rapora binpêkirina mafên mirovan, bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (12.30)   * Y.Ç. yê ji aliyê polîsan ve rastî tacîz û gefan hat dê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bide. (13.00)   * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Amedê dê têkildarî binçavkirin û operasyona li dijî ciwanan li avahiya navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)